• DOLAR 32.497
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2489.12
  • ...
"Emerîka li Sûrîye yê li dû berjewendîyê xwe yên rojane ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîya Recep Tayyîp Erdogan li Kocaelîyê beşdarî Kongreya Cîwanî ya Partîya xwe bû. Sorokomar Erdogan berya derbasî salona kongreyê bibe li ber derê salona werzîşî ji bo gelên kom bûbû axatina silavdayînê kir û dûre derbasî kongrê bû û xîtîba partîvanan kir.

Serokomar Erdogan, destnîşan kir ku çawa gel tev bi hevre li hember 15 Tîrmehê bihevre bû di mijara Efrînê de jî tev bihevrene û got: "Ez çûm û min dît, min leşkerên me dît, efsenên me û generalên me dît û min ji Xwedê re hemd û şikir kir. Îro piştî vê sibehê 394 terorîst hatin berterafkirin. Heta niha bi Mehmetçîk û leşkerê Artêşa Azad ya Sûryeyê 20 şehîdên me hene. Birayênmin, kesên êrîşî sînorên me dikin û bî vî welatî re îxanet bike wê cizayên xwe bikşînin. Wê PKKyî, PYDyî, YPGyî û DEAŞ wêk FETO tevê hesab bidin û micadela me dê bi qirar berdewam bike."

Serokomar Erdogan di berdewam axaftina xwe de îfade kir ku sînorê Tirkîye yên fîzîkî cudane û yên dil jî cuda ne û got: "Çavê me li ser axa tu kesî tineye. Lê belê di nav sînorên me de emê nehêlin tu welatîyên me mehzûn bibin û emê qethîyên ji dîtina zilmê re razî nebin. Tirkîye li Mislimanê Araqanî yên bi hezaran kîlometre xwedî derdikeve wê çawa li birayên xwe yên li hember Hetay, Kîlîs û Entabê yên li Sûrye yê xwedî dernekeve. Kesên ji 12 hezar kîlomete dûr tên vir karê wan li vir çi heye. Em bi derdên birayên xwe yên Efrîqayî jî serî diêşînê emê çawa li hember derdên bêrayên xwe yên li ber xwe bê deng bimînin."

Serokomar Erdogan îfade kir ku Emrîkayî, Ewrûpayî, Çînî û dewletên din li Sûrîye, Iraq û li Bakûrê Efîqîyayê li dû perjewendîyê xwe yên rojaneye.

Piştî Kongreya Kocaelî ya Şaxa Ciwanî Serokomar Erdogan li Qada Yûvacikê xîtabî welatîyan kir. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir