• DOLAR 32.56
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2427.201
  • ...
TSK: 23 hedef hatin îmhakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref TSKyê ve di 20ê Çile de li Efrînê li dijî PKKê operasyon hatibû destpêkirin û di çarçoveya operasyonan de heta niha 23 hedef hatine îmha kirin û 343 mensûbên rêxistinê jî hatine kuştin.

Derbarê mijarê de ji teref TSKyê ve daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku li dijî  mewzî, şikeft û depoyên sîlehan yên PKKe û IŞÎDê êrîş hatine rast kirin û 23 hedef hatine îmhakirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: "Di çarçoveya herekata Çiqlê Zeytûnê de heta niha li gor agahiyên çavkanîyên deverê hatine bidestxistin: herî hindik 343ê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê û 23 hedef jî hatine berterefkirin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir