• DOLAR 32.563
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2423.749
  • ...
Malbata ku mala wan li ber xerabûnê ye li benda alîkarîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Aydin a ku mexdûr û feqîr e li Taxa Îliha Êlihê di Sikaka 612emîn di maleke kavil û ji axê de hewil dide bijî. Mezinê malê Mehmet Aydin derd û kulên xwe û zehmetîyên ku ew wek malbat dikşînin ji ÎLKHAyê re vegot.

Aydin di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ji ber bêîmkanîyan nikare mala xwe tamîr bike û ew di nav van şert û mercên nebaş de hewil dide digel xanim û 2 qîzên xwe di wê mala mîna kavil de bijî. Aydin ji bo vê yekê ji xêrxwaz û rayedaran alîkarî teleb kir.

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku mala wan ji kelpîçê ye û dema ku baran dibare av diherike hundir ku ew zivistanan ji sermayê û havînan jî ji tirsa dûpişk û mişkan îdare nakin  û dû re wiha got: "Ez bi ereboka sêtekel hewil didim debara malbata xwe bikim. Dîsa Weqfa Piştevanî û Alîkarîya Civakî hinek pereyên zarokan didin û wekî din alîkarîya komirê hat kirin. Ji bilî van tu dahata me tuneye."

 "Mala me bi mişk û dûpişkan dagirtiye, em ji tirsan newêrin razin"

Aydin di dawîya axavtina xwe de diyar ki cîranên wî ji wan re re dibin alîkar û dû re weha dawî li axavtina xwe anî: " Mala me ji kelpîçê hatiye çêkirin û her derê wî terikî ye. Dema ku baran dibare av dikeve hundirê malê. Ez hewil didim bi ereboka sêtekel debara xwe bikim. Ji ber ku rewşa min a aborîyê nebaş e ez nikarim mala xwe tamîr bikim. Rewşa me qet nebaş e. Em maaş jî hilnagirin. Bes perê zarokan û komir wek alîkarîyê tê ber destên me. Ji bilî wê ji me re tu alîkarî nayê kirin. Carinan jî xêrxwaz ji me re dibin alîkar. Ger mala me neyê tamîrkirin dibe rojekê di ser de me were xwarê. Ez û xanima min her du nexweş in. Em teleb dikin ku ji me re alîkarî bê kirin. Mala me bi mişk û dûpişkan dagirtiye, em ji tirsan newêrin razin. Em jiyana xwe bes di odeyekê de diborînin. Kî ji me re bibe alîkar Xweda jê razî be."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir