• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Camîya ku nîvrêmaye li benda alîkarîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Camîya ku li ser Kolana Feradê ye înşaata wê hêj berdewam dike, xêrxwazên bi navê Qasim Derîn û Şeyhmus Bayramê ku karên çêkirina camîyê taqîb dikin derbarê mijarê de bang li xêrxwazan kirin da ku ji çêkirina camîyê re alîkarî bê kirin.

Qasim Derînê ku derbarê înşaata camîyê de agahîyan da wiha got: " Li taxa me kêmasîya Qursa Qur'anê, tazîye û camîyê heye. Ji ber wê yekê me dest bi camîyeke ku van kêmasîyan ji holê rabike kir. Heta ku camî  anî vî halî milyon û nîv lîre mesref çêbû. Niha jî ji ber ku pere di destên me de nemaye em di nav zehmetîyê de ne û camî jî wisa maye. Em bangî temamê sazî, karsaz û xêrxwazan dikin. Destekê bidin me.  Niha herî kêm pêdivîya me bi 600-700 hezar lîreyan heye.  Ji ber ku pere tuneye kirina gelek karan hatiye rawestandin."

Derîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir di warî çêkirina camîyê de pêdivîya wan bi alîkarîyê heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew ê di vê camîya me de cihê tazîya pîrek û zilaman hebe, Qursa Qur'anê hebe, bo pîrek û zilaman cihê destavê hebe. Carinan temamê mesrefên camîyekê karsazek digre li ser xwe, lê bo camîya me kesekî wisa derneketiye. Me heta niha bi alîkarîya xêrxwazan çêkiriye."

Şehmus Bayramê ku ji xêrxwazan e jî bang li xêrxwaz û rayedaran kir da ku di warê çêkirina camîyê de alîkarî bê kirin û diyar kir kesên ku bixwazin alîkarîyê bikin dikarin ji ser Halk Bankê pereyan razînin vê hesabê: 067516000158 - TR120001200967500016000158 an jî dikarin nimreya telefonê 0 530 637 85 02 ya Qasim Derîn bigerin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir