"Hûn gav bi gav tên taqîbkirin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan banga HDPê ya ku ji ber operasyona Efrînê hat kirin rexne kir û got "Hûn gav bi gav tên taqîbkirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Bûrsayê derbarê Harekata Çiqlê Zeytûnê de destnîşan kir ew ê operasyon di demeke kurt de bê temamkirin.
Erdogan di berdewama axavtina xwe ya ku kir de destnîşan ir îro min bihîst ku HDP û KCK xelkê vedixwîne kolanan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Niha li Diyarbekirê kongreyê dikin, tu kesî nedîtine ku werin ba wan. Niha hûn gav bi gav tên taqîbkirin. Ey HDP, KCK û PKK! Hûn li kû derê derkevin derve zanibin ku hêzên me yên ewlehîyê di pey we de ne û hûn tên taqîbkirin. Hûn li vî welatî li gor dilê xwe nikaribin hesp bibezînin."(ÎLKHA)