• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Meseleya Efrînê ne meseleyeke ji rêzê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr li Mêrdînê Cemîyeta Nivîskar û Rojnamevanan a Mêrdînê ziyaret kir û derbarê meseleyên di rojevê de nirxandinan kir. Demîr di daxuyanîya ku derbarê harekata ku li dijî Efrînê hatiye destpêkirin diyar kir ew ê ev yek tesîreke ciddî li temamê herêmê bike.

 "Meseleya Efrînê ne meseleyeke ji rêzê ye"

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew meseleya Efrînê ji nêz ve dişopînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di meseleya Efrînê de her ku diçe mitala û fikar zêde dibin. Lewra meseleya Efrînê ne meseleyeke ji rêzê ye. Meseleyeke wisa ye ku dibe temamê herêmê bi şikleke ciddî di bin tesîra vê meselê de bimîne. Em dikarin bibêjin meseleyeke girîng e. Em derbarê vê mijarê de dikarin bi şikleke teqez vê yekê bibêjin; Rewşa niha li ya Efrînê û bicîbûna Amerîka ya li herêmê berhemên xeletîyên ku berî niha hatine kirin e. Me ji roja ewil ve got ku divê di warê meseleya Sûrîyê de welatên li herêmê werin bal hev û rê li ber hatine emperyalîstan bigrin. Encax bi şikleke israr dewletên emperyal ên mîna Amerîka û Rûsya ji herêmê re hat vexwandin û ji wan re seheya mudaxelê vebû. Eşkere ye ku Amerîka ne dost e, ger Amerîka têkeve derekê dê ew tarûmar bibe û ew ê li wê derê  menfeat û berjewendîyên xwe  îqame bike û ew ê bekaya temamê wan dewletên li wê derê bavêje xeterê. Tiştê ku Amerîka niha dixwaze bike ev e. Di encama polîtîqayên çewt û xelet de Amerîka têket herêmê û niha jî tê xwestin ji wê derê bê derxistin. Elbet ew ê ev yek wisa hêsan nebe."

 "PYD Kurdan temsîl nake"

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir PYD Kurdan temsîl nake û xwedîyê rêxistineke zextdar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " PYD bi şikleke teqez Kurdan temsîl nake. Ji roja ewil ve wan partîyên din ên Kurdan xistin bin zextan. Ji ber wan zilm, zext û neheqîyên ku hatin kirin temamê rêxistin Kurdî yên li wê derê ji ber kiryarên PYDê mecbûr man ku birevin û wan deran terk bikin. PYD xwedî têgihiştineke sekuler û sosyalîst e ku ji ber vê yekê nikare Kurdan temsîl bike.  Ew ê gelek netîceyên neyînî yên vê mudaxeleya ku tê kirin çêbibe. Her wisa ger mudaxele neyê kirin ew ê Amerîka hebûna xwe ya li wê derê bidomîne û ev yek bo welatên derdorê û ummeta Îslamê bibe xetereyeke mezin. Bi rastî ev yek pêvajoyeke bi zehmet û problem e."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir