Amerîka: Efrîn ne qada me ya operasyonê ye
Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîka Joseph Votel destnîşan kir Efrîn ne qada wan a operasyonê ye.
Di daxuyanîya ku ji teref Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîka Joseph Votel ve hat belavkirin de hat destnîşan kir Efrîn ne qada wan a operasyonê ye.
Votel di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Tirkîye derbarê wê operasyona ku doh daye destpêkirin de terefê wan agahdar kiriye û got: "Efrîn ne qada me ya operasyonê ye. Çavkanîyên me yên leşkerî bi Efrînê re eleqedar nabe."(ÎLKHA)