TSK: Li Efrînê 108 hedef hatin îmhakirin
Ji teref TSKyê ve hat ragihandin li Efrînê di bergeha operasyona ku hat destpêkirin de tev de 108 hedef hatin îmhakirin.
Ji teref TSKyê ve derbarê harekata ku doh hat destpêkirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin di bergeha harekata ku hat destpêkirin de bi 72 balafiran 108 hedefên aîdî PKK/PYD-YPG û DAIŞê ne û wek kozik û depoya çekan dihatin bikaranîn hatin îmhakirin.
Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin di dema îcrakirina harekatê de kesên siwîl nayên hedefgirtin.(ÎLKHA)