• DOLAR 32.372
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.466
  • ...
Serokomar Erdogan: Operasyona Efrînê bi awayekî fiîlî destpê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Kutahyayê beşdarî kongreya partiya xwe bû û got: "Operasyona Efrînê bi awayekî fiîlî destpê kir. Piştî Efrînê em dê bi Minbicê berdewam bikin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kutahyayê di Kongreya Asayî ya 6emîn ya AK Partiyê da axivî.

Erdogan derbarê operasyona Efrînê de axivî û got: ""Kesên ku li Sûriyeyê lîstikan li gor xwe amade dikin û navê rêxistina terorê diguherînin ji wan heye qurnaziyê dikin. Li gor me bi kîjan navî dibe bira bibe navê organîzasyona ku ji terorîstan pêk tê rêxistina terorê ye. Nizam Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, nizam artêşa sînor, ew jî nebû mihafizên sînor, nizam ewlekariya navxweyî ava dikin, hûn kê dixapînin ecêb Navê vê rêxistinê PKK ye, navê vê rêxistinê PYD ye û YPG ye."

Erdogan axaftina xwe wisa dewan kir: "Ew PKK ya ku qaşo di nav lîsteya rêxistinên terorê yên Emerîka û Yekîtîya Ewropayê da ye heye, ew li Sûrîyeyê pê re radibin û rûdinên ew rêxistin bi xwe ye. Ew jî vê rastiyê baş zanin lê ji bo ku çar aliyê dinyayê bixapînin çel teqla davêjin. Dema vê dikin jî her tim bi xwe re dikevin nav nakokiyan. Ji wan yek dibêje 'Emê Artêşê Ava bikin' yê din dibêje 'Tu carî armanceke me ya wisa tineye' dîsa ji wan yek radibe dibêje 'Emê hêzên parêzvanên sînor ava bikin', hê jî ev mesele zelal nebûya niha jî rêxistineke ewlehiya navxweyî derketîye holê. Haya vana ji hev tuneye, dema yek ji wan derewekê dike haya yê din jê tuneye û wî seh nekiriye û ew jî bi awayekî din diaxivi û li saz dixe. Ez dibêm qey dema qala Tirkiye tê kirin FETOya şebekeya bêbext û bêşexsiyet ya ku mezin kirine û elemanên wane tên bîra wan. Disa ez dibêjim dema li deverê behsa rêxistinek wê bi pera wan bikire û çi gava bixwazin wê lisarên PKKe tên bîra wan. Lê belê hûn meraq nekin wê fêm bikin baweriya bi rêxistinên terorê bi  çiqasî xelet e. Wê fêr bibin ku li herêmê ji xeynî Tirkiyeyê şirîkekî ku pê ra bixebitin tuneye." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir