Li Eskîşehirê qeza: 13 mirî 42 birîndar
Otobusa ku ji Enqerê rewî dibir Bursayê li ser rêbeja Eksîşehir-Bursayê ji rê derket û qeza kir. Di encama qezayê de 13 kesî jîyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.
Otobusa ku ji Enqerê rewî ji bo gerê dibir Bursayê li ser rêbeja Eksîşehir-Bûrsayê ji rê derket û li daran qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 13 kesî jîyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa saziya Kartallerê ya ku ji bo gerê rêwî dibir Bursayê di rê de qeza kir. Qeza li ser rêbeja Eksîşehir-Bûrsayê di kîlometreya 3yemîn de pêk hat. Li gor agahiyên hatin wergirtin otobus ji rê derket û li darên kêleka rê xist û qeza pêk hat.
Di encama qezayê de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar ji teref tîma tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyên bajêr. Piştî qezayê Walîyê Eskîşehîrê Ozdemîr Çakacak û Midûrê Ewlehîyê Engîn Dînçkaza li ciyê bûyerê vekolîn kirin û derbarê qezayê de agahî girtin.
Walî Ozdemîr piştî lêkolînên dewsa qezayê di gel heyeta pê re li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin. (ÎLKHA)