• DOLAR 32.603
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2496.525
  • ...
"Daxwaza jinan ya 'Otobusa Pembe' daxwazeke mafdare"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pîştî ji teref Koordînatorîya Platforma Seferberîya Tesetturê (TESSEP) ya Wanê ji bo jinan daxwaza 'Otobusa Pembe' li giştîyê Tirkîyê daxuyanîyên piştgirîyê hat dayîn û ji bo jinan cudakarîya erênî hat daxwazkirin. Di serî de li Diyarbekir, Êlih, Entab û gelek bajarên din daxuyanîyên piştgirîyê tên dayîn.

Bi taybetî li bajarên mezin digel nifûsa zêde di rêwîtîyê de ji ber ku otobusên xasî jinan tineye jin zehmetîyên mezin dikşînin. Jinên daxwaza 'Otobusa Pembe' dikin dixwazin ji bo wan cudakarîya erênî bê kirin û ev daxwaza wan bê bi cîh kirin.

Seroka Komeleya Zeynebên Zeman (Zeynep-Der)ê ya ku navenda wî li Kocaelîyê ye Sabîha Ateş Alpat  derbarê ji bo jinan cudakarîya erênî de beyanatek piştgirîyê da.

Di beyanatê de Alpatê îfade kir ku însan hebûneke civakîye û di nava civaka sosyal de daxwaza jîyaneke bi emnîyet ev jî mafekî tabîîye û got: "Di Îslamê de ji bo însanan di 5 warîde emnîyet mecbûrîye. Ji vana emnîyeta dîn, aqil, nesîl, can û mal e. Ev emnîyetana Îslam ji rêveberîyê dixwze û ji bo civakê jî ev nebe nabe. Lewra mihafezekirina van 5 tiştan wezîfeya mekanîzma sîyasî ye. Bi xemgînî ez dikarin vê bibêjim niha civakê emnîyeta xwe wendakirîye. Di civakek wisa de di wesaîtên tomarî de jin û zarokên qîz marûzî tacîzan dimîne. Di vî warî de daxwaza 'Otobusa Pembe' dive bibe çareserîyek mehelî û jin bi rewîtîyek ewleh rêwîtîya xwe bikin. Ev sepandina di heman wextê de ji bo jinên bi tena serê xwe li wesaîtan sar dibin wê bibe çareserîyek û rehetîyek."     

"Tu kes naxwaze wekê masîyên îstifkirî rêwîtîyê bikin"

Alpatê îfade kir ku wesaîtên tomarî zaf qelebalixe û got: "Bi taybetî ji ber di wesaîtên tomarî de qelebalix zêde ye jin jî zilam jî bi rehetî rêwîtîyê nakin. Tu kes naxwazin wekê masîyên îstifkirî rêwîtîyê bikin. Ez pîrekên bi saetan li bende otobusên vala dimînin nas dikim. Di wesaîtên tomarî de kesên marûzî tacîzan dimînin jî hene. Li gor min daxwaza 'Otobusa Pembe' ji bo jinan mafekî siruştî û di cîde ye."    

Şêwirmenda Malbatê Salîha Erdîm jî ji bo 'Otobusa Pembe' piştgirîya xwe eşkere kir û got: "Ji bo meriv di heqê tiştekî de biryarekê bide an meriv biaxifin lazime meriv çend pirsan bikin. Lazim e di van pirsana de meriv Xweda têxin navendê û bipirsin."

Erdemê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di halê me yê niha de û di sepana tinebûna 'Otobusa Pembe' de jî ev tiş Xweda û Resûlê wî nerehet dike an neke nazime meriv di serî de van pirsana bikin?

Heger vê sepandinê çêbibê şertênbaş wê çêbibe an nebe? Ev sepandina çêbibe ewê li gor emrê Xweda û Resûlê wî be an ne?

"Jin marûzî êrîş û tacîzên kesên xwe nizanin dimînin"

Dema sepandina 'Otobusa Pembe' dest pê bike ecêb hêlekê fêdê û hêladinê zirarê bibîne an na?

Ji bo pirsa ewil am dikarin vana bêbêjin: "Niha her çiqas hejmara wesaîtên tomarî zêde bibin jî di rêwîtîyê de jin û zilam tevde rêwîtîyê dikin û tu çareserî ji vê yekê re heta niha nehatîye dîtîn. Ji ber vê yekê jin qet nerazîne. Çiqas di civakê de hejmara wan kêm be jî kesên pîsîkolîjîya wan qerêj û nebaş dikarin jin û zarokên qîzik tacîz bikin. Dikarin dizîyê bikin. Bi taybetê bi alîkarîya medyayê weneyên şehwanî her tim di heşê ciwan û îxtîyaren de dihêle û bi sendem van tiştana tacîzên li dijî jinan zêde dibin.

Di van dirûmana de çi jinên dema derdikevin derve li cilû bergên xwe dîqet nagrin û çi jî jinên nixumandî tev marûzî tacîzên bê exlaqan dibin. Heger van êrîşana tenê kesek jî bike lazim e li hember êrîşên wisa tedbîr bên girtin. Em bibêjin qet tacîz nehatin kirin û dizî jî nehatin kirin lê belê daxwaza jinan bi hemcînsên xwe re rêwîtîyê bikin ev daxwazeke di cîdeye û heger ev sepandin bê çêkirin wê xweştir bibe. Di wesaîtên tomarî de daxwaza ji bo jinan 'Otobusa Pembe' hem di cî de ye û hem li gor çand û bawerîya me ye."

"Heger ev sepandina çêbibe şêrtên baştir bibe an? Ev sepandina nû eceb wê Xwedayê mezin û Resûlê Xweda memnûn bike an na? Belê em her tiştî dînin hêlekê di serî de ev sepandina wê ji bo pîrek û zilaman baştir bibe. Ev sepandina sepandinek zaf baş e û li gor bawerîya me jî baştir dibe. Rehetîyê jî çêbibe û di warê heramî û selamîyê de evê ji bo civak û bawerîya me baştir bibe."  

"Lazim e di vî warî de pîrek bê xistin navendê"

Erdemê, di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku "Heger sepandina 'Otobusa Pembe' bê destpêkirin her kesê ji vê yekê fêdê bibîne û xisara tu kesî ne merseleye? û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema jin bi hemcînsên xwe re rêwîtîyê bike wê ji zilaman zirarê dibînin an na? Naxêr zirarê nabînin. Wê çaxê em dikarin bibêjin heger li gor her kesî ev gotin rast be lazim e ev sepandina di cîde bê destpêkirin. Ev sepandina tenê ne ji ber tacîzê an tiştekî dine ye, heger ev sepandina bê kirin wê zilamên ji rehet bibin û ji bêbextîyan emîn bibin. Divê meriv hereketê çend kesên bê edeb ji temamê zilaman re neke kêmasî. Kesên bi wesaîtên xwe rêwîtîyê dikin zehmetîyên jin di wesaîtên tomarî de dikşînie fêm bike tu pisgirêk namîne."

"Ji bo jina 'Otobusa Pembe' di warê civakî û pîsîkolojîk de çiqas girîng be ewqas di warê edeb û exlaqî de jî sepandinek hewceye."

Endama Cemîyeta Mafên Însanan Nesîme Batmanli di warê 'Otobusa Pembe' de nirxandinê girîng kir û got: "Sepandina "Otobusa Pembe" ji bo jinan zaf girîng e. Di ve ev bibe gavek ji bo çareserkirina mafên jinan."

Batmanli di berdewama axaftina xwe de got: "Ne hewceye meriv vê daxwaza mafdar bikşînin tu hêlên din."

Batmanli, li dawîya axaftina xwede got: "Niha ez dizanim hin xwendekar vê yekê dixwazin. Zarokên min û hevalên wan di wesaîtên tomarî de nerehete û dixwazin ji bo jinan cûdakerîya erênî bê kirin. (ÎLKHA)   









Bu haberler de ilginizi çekebilir