• DOLAR 32.578
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2425.77
  • ...
 "Ji wan kesên ku bi zimanê xwe perwerde û fêrkirinê xwestin re zextên mezin hat kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Tanrikuluyê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê û heyeta digel wî dezgehên çapemenîyê yên li Diyarbekir ziyaret kirin. Di bergeha ziyaretên ku li dezgehên çapemenîyê tên  kirin de heyet  çû ziyareta Rojnameya Öz Diyarbekir. Heyeta HUDA PARê ji teref xwedîyê îmtîyazê ya rojnamê Fahrettîn Kanatê û Midûrê Karên Nivîsê Ahmet Beşenk ve hat pêşîwazîkirin.

Di  hevdîtina ku hat kirin de Tanrikulu derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir û derbarê kesên ku xwestin bi zimanê xwe ya zikmakî perwerdehî bibînin de got: ""Ji wan kesên ku bi zimanê xwe perwerde û fêrkirinê xwestin re zextên mezin hatin kirin."

"Bi sedan kes wek mexdûrê 28ê Sibatê di girtîgehê de emrê wan dirize"

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir tesîra 28ê Sibatê ev 21 sal in ku berdewam dike û dû re weha got: " Hêj mexdûrîyeta kesên mexdûrê 28ê Sibatê ne nehatiye çareserkirin. Vaye salvegera 28ê Sibatê tê. Digel ku 21 sal ji ser 28ê Sibatê derbas bûbûn jî bi sedan kes wek mexdûrê 28ê Sibatê emrê wan di girtîgehan de dirize.Dîsa bi sedan kesên ku di wextê wê de memûr bûn û ji kar hatin avêtin û bi deh hezaran kesên xwendekar yên ku ji mekteban hatine avêtin hene."

Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de qala zilm û neheqîyên ku hatine kirin û yên ku tên kirin kir û got "Divê li hemû kesên ku li vî welatî dijîn re bi şiklekek adil bê muamelekirin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir