• DOLAR 32.593
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2415.25
  • ...
SON DAKİKA
"Bo em karibin seheya asimanî bi kar bînin bi Îran û Rûsyayê re hevdîtinê dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di weşana  zindî ya CNN TURKê de pirsan bersivand. Çavuşoglu di daxuyanîya ku di  weşana zindî da de destnîşan kir ew daxuyanîyên ku ji teref Amerîka ve derbarê YPGê ve tên dayîm dilê mirov rihet nake.

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir me derbarê mijarê de acizîya xwe ji rayedarên Amerîka re îzah kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew ji me re gotin ku divê ji wan xeberên ku di çapemenîyê de derdikevin bawer nekin. Me jî ji wan re got ku me van tiştan ji leşkeran bihîstîye."

Çavuşoglu di weşana zindî her wisa diyar kir divê operasyona ku dê li Efrînê bê kirin bi koordîneya Rûsyayê bê kirin û wiha got: "Bo em karibin seheya asimanî bi kar bînin bi Îran û Rûsyayê re hevdîtinê dikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir