• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
Li Kanîreşê ji ber berfê rêyên gundan hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber berfa ku ev 2 roj in bênavber berdewam dike li Kanîreşê rêya 20 gundan hat girtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barîna berfê li ser Rêbeja Çewig-Erzeromê hinek wesayît di rê de man. Yekîneyên ku girêdayê Îdareya Taybet a Bajêr in bo rê bên vekirin dest bi xebatan kirin.

Welatîyê bi navê Vehyettîn Demîrê ku diyar kir berfê tesîreke neyînî li ser wan kiriye û dû re weha got: "Niha berf hêj dibare.Halê me qet nebaş e. Me dikanên xwe vekir, lê belê tu kes di holê de tuneye. Kesên dixwastin ji ber betlanê derkevin derveyî navçê tev li vir man. Her wisa gelek wesayît di rê de man."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir