• DOLAR 32.59
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2489.05
  • ...
Trûmp Netanyahû derewand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê şebeka terorê Netenyahû destnîşan kiribû ku wê Emerîka di nava salekê de balyozxaneya xwe neqlî Qudsê bike. Lê belê ev yek ji feref Serokê Emerîka Doland Trûmp ve ev gotin hat derewandin.

Di warê gotinên Netenyahû de Serokê Emerîka Trûmp di hevpeyvîna da Reûtersê de li ser pirsek: "Heta dawîya vê salê? Trûmp bersiv da û got: "Em li ser senaryo yên cûda diaxivin. Bi rastî ez vê yekê nafikirim."  

Serokwezîrê çeteyên sîyonîst Netanyahû di dema zîyareta Hîndîstanê de pirsên rojnamevanan bersivand û got: "Neqilkirina balyozxaneya Emerîka bal Qudsê ve li gor min wek hûn difikirin zûtir wê çêbibe. Ji niha û pê de wê di nava salekê de neqilkirin bê temam kirin."

Serokê Emerîka Doland Trûmp mehek berê Quds wek paytextê sîyonîstan naskiribû. Ev biryara Trûmp di serîde li dewletên Misliman û bi gelemperî jî li temamê dinyayê wek nerazîbûn û bertek hatibû nîşandan.

Dewletên beşdarî dengdayîna komcivîna ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat kirin bertek nîşanî biryara Emerîka da û xwestin ku vê biryara xwe paşve bikşîne. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir