• DOLAR 32.494
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2434.271
  • ...
"Divê mexdûrên 28ê Sibatê adîlanê bên darizandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrîyet û bê hiqûqîyên 28ê Sibatê hê jî ciyê xwe yê di rojevê de diparêze. Kesên wê demê bi derqanûnî hatin girtin, îşkece lê hatin kirin û bi zorê bi wan îfade dan îmze kirin, kesên dîndar ev 20 salê wan zê de ye di zîndana de girtîne. Serokê Baroya Êlihê Abdûlhamîd Çakan destnîşan kir ku êdî lazim e mexdûrên 28ê Sibatê bi awakî adîlane, zelal û ji nûvê bên darizandin.

"Divê meqamên darazê di bin tesîra îqtîdarên zordar de nemîne û serbixwe bin"

Çakan, dîyar kir ku derbarê 28ê Sibatê de meriv dikarin gelek tiştan bibêjin û wiha got: "Mixabin darazên wê rojê di bin qontrola îqtîdarên wê rojê de bûn û bê îqtîdarê bi serê xwe tu mehkemeyan nikarîbûn hikum bidana. Desthilatdarên wê çaxê li hember kesên dîndar zilm û zext dikirin û ji bilî îqtîdarê tu biryar û hikum nikarîbûn bidan. Lazim e meqamên darazê di bin tesîra îqtîdarên zordar de nemîne û serbixwe bin û bi wî awayî biryaran bidin. Darazê wê çaxê bi awakî zelal nehat kirin û gelek însan bi ne heqî bû derqanûnî hatin darizandin û cizayê giran xwarin."

"Darazên wê çaxê ne bêalî û serbuxwe bûn"

Çakan, îfade kir ku wê çaxê darazake adil û li gor hiqûqê nehat kirin û wiha got: "Em wê çaxê bi bîr bixin ev tişt hebûn; kesên wê çaxê hatin girtin bêparêzer û bi îşkence û zordarî îfadeyên wan hatin girtin. Paşê digotin, 'me di bin zorê de, di bin îşkenceyê de îfade daye' lê belê çi heyfe ku bi adîlane nehatin darizandin û di heqê wan de biryar hat dayîn. Daraza wê çaxê û kesên lê pirsîn dikirin ne bêalî û serbixwe bûn. Ji ber vê yekê di heqê van însana de darazek bêalî û serbixwe nehat kirin û biryareke hiqûqî nehat dayîn."  

"Hewceye wan dosyana di ber çav re bê derbaskirin û ji nûve daraz bê kirin"

Çakan, destnîşan kir ku cizayên di 28ê Sibatê de hatiye dayin tev ji teref Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatine xerakirin û wiha dewam kir: "Em wek hiqûqnasan vê difikirin; lazim e mexdûrên wê çaxê tev ji nûvê bên darizandin, dosyayên wan ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin û ji nûve daraz bê kirin û li hor wê biryar bên dayîn. Em salên 90 carek din bi bîr bixin; bi taybetî em darazên wê çaxê bi bîr bînin û em şert û mercên îro û wê çaxê bidin ber hev. Bê gûman di vî warî dê gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) yên îxlalê jî hene. Em mînakek hêsan bidin; tenê ji ber îfada kesekî bêparêzerê wî hatibû girtin û hatibû cizakirin ew dosya xera bû. Bi vi awayî bi sedan dosya hene."

"Pêwiste daxwazên wan yên daraza ji nûve bên qebûlkirin"

Çakan, di berdema axaftina xwe de wiha got: "Lazim e gavek berî gavek ê dosyayên mexdûran ji refan bên danîn û pêvajoyek darizandinek nû bê destpêkirinû û ev daxwaza wan ya daraza ji nû ve bê qebûlkirin. Ez difikim ku dadgehên wê çaxê, meqamên lêpirsînê ji ber tev di bin qontrola desthilatdaran de bûn, li dijî kesên dîndar bûn û serbixwe û li gor hiqûqê biryar nedidan. Je ber vê yeke ez dibêjim darazên wê çaxê hatine kirin li gor hiqûqê biryar nedidan." (ÎLKHA)  



Bu haberler de ilginizi çekebilir