Şofêran ji zama ku li sotemenîyê hat kirin re bertek nîşan dan
Şofêrên ku ji wan zamên ku di demên dawî hatin kirin re bertek nîşan dan destnîşan kirin divê bihaya sotemenîyê demildest bê erzankirin.
Digel van zemên ku dawî hatin kirin bihaya benzînê 5 lîre 77 qirûş, motorînê 5 lîre û 260 qirûş û bihaya LPGê jî bû 3 lîre û 60 qirûş. Lê belê kesên ku sotemenîyê difiroşin sotemenîyê di bin bihayên fermî de difiroşin.
Digel ku sotemenî di bin bihayên fermî de bên firotin jî şofêr bihaya sotemenîyê gelekî zêde dibînin û weke berê ew nikarin depoyên wesayîtên xwe dagirin. Ji ber vê yekê şofêr dixwazin biha bên daxistin.
"Serê du rojan carekê zamekê dikin"
Şofêr Faysal Demîrê ku ji bihaya sotemenîyê gazinan kir derbarê mijarê de wiha axivî: " Ji ber ku serê du caran carekê ji sotemenîyê zem tê kirin xelk perîşan bûye. Millet niha di rewşeke xirap de ye, nikare ji heqê wê derkeve. Bi rastî jî biha gelek zêde ne, divê bê kêmkirin. Sotemenîya herî zêde bi biha em bikartînin. Çima wisa ye. Bihaya benzînê 5 tlyan derbas kiriye, motorîn jî gihaştîye 5 tlyan. Millet ketîye astengîyê. Serê du caran carekê bihaya sotemenîyê zêde dikin. Ew ê heta kengî wisa be. Berê me depoya xwe bi 30 lîreyan dadigirt, lê niha bi 100 lîreyê jî tije nabe. Karê şofêran zor e."
"Sedema zêdebûna bihayan ji ber bacan e"
Şeyhmus Erguvenê ku diyar kir pêwîst e rayedar bihaya sotemenîyê kêm bikin derbarê mijarê de wiha axaivî: "Divê kesên rayedar li ser vê meselê bifikirin; welatî nanê xwe çawa bidestdixin, debara xwe çawa dikin û ew ê heta kengî wisa berdewam bike. Ew ê hesaba vê yekê çawa bidin, her roj zem û zem. Ew ê çawa bibe, Xweda ji me re bibe alîkar. Ez cotkar im û her tim mazotê distînim. Tiştek ji me re namîne. Em ji şeveqê heta êvarê dixebitin, lê belê tiştek di destên me de namîne. Bila destê xwe deynin li ser wijdanên xwe û çareyekê ji vê problemê re bibînin. Sedema zêdebûna bihayan ji ber bacan e."
Welatîyên bi navê Mehmet Alî Oltar û Ferît Bozkurt jî derbarê mijarê de gazin û gilîyên xwe anîn zimên û dû re gotin divê bihaya sotemenîyê bê kêmkirin, biha gelek zêde ne, divê ji vê re çareyek bê dîtin.(ÎLKHA)