• DOLAR 32.604
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2425.274
  • ...
Erdogan: Amerîka 4 hezar û 900 TIR çek şand Sûrîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Erdogan bo beşdarî Kongreya Bajêr a 6emîn a Xarpêtê ya AK Partîyê bibe çû Xarpêtê. Erdogan xitabî xelkê kir. Erdogan di axavtina xwe de Amerîkaya ku çekan dişîne ji PYDê re rexne kir.

"Muttefîkî û hevkarîyeke wisa ya çênabe"

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir "bila ew kesên ku qaşo mutefîkên me û li Sûrîyê çekan didin rêxistinên  terorê bila xwe cardin test bikin" û dû re axavtina xwe wiha domand: " Tirkîye gav bi gav taqîb dike. Gelo hûn dizanin di sala 2017an de Amerîka çi qas çek şandiye ji rêxistinên terorê yên li Sûrîyê re? 4 hezar û 900 TIR. Em van yekê dizanin. Muttefîkî û hevkarîyeke wisa ya çênabe. Ew ê tu rabe çekan bidî YPG û PYDê û dê dû re ji me re bibêjî 'em bi we re şirîkên stratejîk in.' Tu kes bi vê gotinê naxape. Em dizanin we 2 hezar balafirên ku çek di nav wan de bûn we daxiste balafirgehên li Sûrîyê û we wan ji rêxistinên terorê belav kir."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir