• DOLAR 32.583
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2502.823
  • ...
Li Mêrdînê ji ber êşê 609 mirîşk, qaz û werdek hatin îtlafkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li gundê Boxazîya Mezin a Qosera Mêrdînê ji ber êşa mirîşkan tev de 609 mirîşk, qaz û werdekên li gund hatin îtlafkirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin gundîyan ji ber mirina mirîşk, qaz û werdekan serî li navenda tenduristîyê dan.

Piştî ku xeber hat dayîn hekîmê veterîner ji heywanên ku li gund miribûn nimûne hatine wergirtin û hatin şandin Xarpêtê.

Di encama lêkolîna ku di laboratuvarê hatin kirin de hat tespîtkirin ku bi heywanan de êşa mirîşkan heye. Ji ber vê yekê ekîbeke 25 kesane li gund lêkolîn dan destpêkirin.

609 mirîşk, qaz û werdekên ku li gund hatin berhevkirin hatin îtlafkirin û dû re li derveyî gund di çalekê de hatin biaxkirin

Muxtarê gund Seyfettîn Çîftçî derbarê mijarê de wiha axivî: "Berî vê çend rojan çend alok û mirîşkên gundeyekî mirin. Gundîyê me rewşê ji doxtorê gund re vegot. Dû  re xeber hat dayîn veterîner. Veterîner ji alok û mirîşkên mirî  nimûne wergirt û şand Xarpêtê.Di encama lêkolîna ku di laboratuvarê hatin kirin de hat tespîtkirin ku bi heywanan de êşa mirîşkan heye. Yekîneyên Midûrtîya Zireatê ya Navçê gund xistin bin karantînayê û ji me re gotin ku ew ê temamê mirîşk, werdek, alok û qazên li gund ji ber êşê telef bikin. Temamê mirîşk, werdek, alok û qazên li gund hatin telefkirin û dû re jî hatin biaxkirin. Em dixwazin ku zirara me bê tedarikkirin. Gundî debara xwe bi hêkên mirîşkan dikirin. Niha li gund mirîşk, qaz, werdek û alokek jî nemaye."(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir