Serokomar Erdogan: Emê Afrînê biser wan de hilweşînin
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li Xerpetê xîtabî gel kir û îfade kir ku heger PKKyî yên li Efrînê teslîm nebîn, emê wir jî di ser wan da hilweşînin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan li Xarpetê beşdarî Kongreya Derasayî ya Partîya xwe ya 6emîn bû û derbarê operasyona Efrînê de daxuyanîyên girîng da.
Serokomar Erdogan axifî û wiha got: "Dîroka Tirkîyê di heman wextê dê bûyê dîroka micadela serbixubûna sîyasî, aborî û tekoşîna li dijî terorê.
Erdogan îşaretên operasyona Efrînê jî da û got: "Di Herekata Mertala Feratê de me çawa qorîdora terorê qut kirin û me şevekê di cîde lê xistin û bi operasyona Îdlîbê me baskê rojavayê terorîzmê şikand. Heger li Munbicê jî sozên dane me bi cî nînin emê navika xwe bi xwe jêkin. Heta tetorîstek bi tenê jî nemîne wê micadela me ya li dijî teror û terorîzmê berdewam bike."
Serokomar Erdogan behsa operasyonên li dijî DAIŞê jî tê kirin kir û wiha axifî: "Do me ji Cerablûsê heta El-Babê çawa 3 hezar mensûbên DAIŞê îmha kirin heger hewce bike emê 3 hezar terorîstên din jî îmha bikin. Kesên di vê micadela me de li hemberî me bisekine bila vegere û li xwe binerin. Emê kevirekî vê dewletê, ferdekî vê dewletê ji tu kesî re nekin qurban." (ÎLKHA)