• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
'Îdîaya tacîzê' xelkê taxê rakir ser pîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya navend ya Kayapinara Diyarbekirê li ser îdîayên şexsekî wêne û vîdyoyên jin û qîzan kişandîye xelkê taxê rakir ser pîya û şexs ji teref gel ve hat derbkirin.

Bûyer do di saetên êvarê de derdora 17.40 deqî de li Taxa Hizûrevlerî li ser Rêya Sitki Gorualê di Kolana 12emîn de qewimî. Li gor îdîayan gûmanbar S.Y. bi têlefonê wêne û vîdyoyên jin û qîzan dikşan û welatî ji vê yekî hayîdar bûn.  

Xelkê takê bertek nîşanî vê dekê dan û li gor tê gortin S.Y yê ku dermanfiroş ji teref welatîyan ve hatiye derbkirin.

Welatîyan îdîa kir ku gûmanbarê li nifûsa Malarzgîrta Mûşê qeyd kirîye  bi têlefonê wêne û vîdyoyên jin û qîzan dikşand û gotin "me ew bi çavên xwe dîtîye".

S.Y ji welatîyan lêborîn xwest o got "Ez tobe dikim, ez carek din tiştekî wisa nakirê". Piştî polês ji bûyerê hayîdar bûn hatin ciyê bûyerê û kesê gûmanbar ji teref polêsan ve ji destê welatin hat xelaskirin.

Gûmanbarê ji bo îfade yê birin qereqolê pîştî miamele yên wî serbest hat berdan. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir