• DOLAR 32.315
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2293.917
  • ...
Ji wan kesên ku ji ser Diyanetê Îslamê hedef digrin re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di van rojên dawî de hinek hêlên çapemenîyê ji ser gotina 'di emrê biçûk de zewicandina qîzan' êrîşî Diyanet û Îslamê dikin. Temsîlkarên STKyan ên li Bidlîsê ji van êrîşên ku li Diyanet û Îslamê tên kirin re bertek nîşan dan û diyar kirin li ser mesele û rojevên nerast êrîşên ku li Îslamê tên kirin dê ji teref wan ve neyên qebûlkirin.

Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHAD)ê Mela Emrûllah Ûysal derbarê êrîşên çapemeniyê yên ku ji ser  Diyanetê êrîşî Îslamê dikin de axifî û got: "Di rojên dawî de kesên rojevê bi xeberên bê binî meşxûl dikin armanca wan êrîşkirina Îslamê ye. Lewra êrîşên li ser Diyanetê tên kirin armanca wan ya herî mezin nerazîbûna wan ya ji Îslamê ye."  

Ûysal, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Bi rastî li ser navê Diyanetê êrîşeke mezin li ser dînê Îslamê heye. Di rojên dawî de bi taybetî li ser gotina qaşo zewicandina keçên biçûk hin xeber derdikevin çapemenîyê. Em dizanin van xeberên ku tên amade kirin tev xeberên provakatîf in. Hin hêlên dibêjin em li dijî zewaca qîzan a di emrê biçûk de ne û êrîşî Îslamê dikin, em dizanin ew xizmeta hin hêzên din dikin. Em dizanin kesên li hember vê derdikevin wan keçikê biçûk yên emrê wan 6-7 salî bi dansan û tazî derdixistin pêş gel û bi wan defîle dikirin. Kesên ji van  tiştan re dengê xwe dernedixistin û heta piştgirîya wan dikirin û bi şev û roj ew medh dikirin, dema mijar dibe Îslam û zewaceke Îslamî xirecirê dikin û dibêjin evan, qîzan di emrê biçûk de dizewicînin. Wê çaxê kî wan dizewicîne? Dibêjin Diyanet. Kê fetwa daye? Diyanet. Bi vî awayî êrîşî Diyanetê dikin û li ser Diyanetê êrîşî miqedesatê Îslamê dikin."   

"Lazim e kesên Misliman li hember êlên neyartîya Îslamê dikin bibin yek"

Ûysal, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku lazim e kesên Misliman li hember êlên neyartîya Îslamê dikin tev bibin yek û wiha got: "Bi şiklekî eşkere nikarin bibêjin em neyartîya Xweda, Resûlê Wî û Quranê dikin. Lewra gelê me Misliman e. Dema wisa bibêjin wê gel li hemberî xwe bibînin. Lê belê ew raste rast êrîşî Mislimanan nakin, ew di ser vê yekê de êrîşî Diyanetê dikin û dixwazin Diyanetê ji holê rakin. Lewra em dizanin niyeta van kesan ne baş e û ew li ser navê Diyanetê êrîşî miqedesatê Îslamê dikin. Ji ber vê yekê lazim e em jî wek Saziyên Sivîl li hember êlên neyartîya Îslamê dikin tev bibin yek. Qewimandina bûyerên wisa me mehzûn dike û kesên li dû van êlan hêzên tarîye. Em dizanin hêzên tarî dîsa dixwazin memleketên me li nav hev bixin û rageşîyê derxin. Di gelek xebaran de bi ser neketin. Di 15ê Tîrmehê de biserneketin. Ji ber ku biser nakevin tehemul nakin û bi şiklekî dixwazin heyfê bigrin. Em jî ji vir bangî wan kesan dikin û dibêjin! Hesabê we wê di gewrîya we de bimîne. Êdî dinya ne dinya berê ye, însan jî ne însanê berê ye. Mala Xwedê ava be, îro kesên li vî dînî xwedî derkevin li Diyanetê xwedî derkevin û li bawerîya xwe xwedî derdikevin hene. Em wek STKyan dibêjin em li hemberî kesên êrîşî Diyanetê dikin radiwestin û em li miqedesatê Îslama ezîz xwedî derdikevin. Li hêla din em di vî warî de piştgiriya Serokatîya Karûbarên Diyanetê dikin."     

"Li ser Diyanetê êrîşî Îslamê dikin"

Serokê sendîqaya Dîn-Bîr-Senê yê Şaxa Bedlîsê Îsmet Alca, destnîşan kir ku hin hêlên çapemenîyê qaşo li ser zewicandina keçikan di emrê biçûk de di ser Diyanetê re êrîşî Îslamê dikin û wiha got: "Kesên eql û fikra wan xerab  û hin hêlên çapemenîyê li ser Diyanetê êrîşî Îslamê û miqedesatê Îslamê dikin. Em wan êrîşan bi tundî şermezar dikin. Serokatîya me ya Dîyanetê saziyek me ya bijarte ye. Em van êrîşan qethîyen qebûl nakin."

"Her tim hin kes dixwazin Serokatîya Karûbarên Diyanetê bê rûmet bikin"

Serokê Sendîqaya Dîyanet-Sen yê Şaxa Bedlîsî Behzat Duak îfade kir ku hin kes dixwazin Serokatîya Karûbarên Diyanetê bê rûmet bikin û ev qethîyen nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev êrîşa li Serokatîya Karûbarên Diyanetê tê kirin wek sûîqestek bêrûmetîyê ye. Ev qethîyen nayê qebûlkirin. Hin hêzên tarî û hêlên çapemenîyê dixwazin qaşo li ser zewaca keçikên biçûk Serokatîya Karûbarên Diyanetê bê rûmet bikin, ev qethiyên nayê qebûlkirin. Lewra ji teref raya giştî jî tê zanîn ku Serokatîya Karûbarên Diyanetê her tim li hember zewaca keçikan a di emrê biçûk de sekinîye."  

Dûrak, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku kesên ji dîn û dîyanetê nerazî ne, bi bihaneyên cûda Îslamê dikin hedef û êrîşê wê dikin û dû re wiha got: "Wek her tim kesên ku ji Îslamî nerazî ne êrîşî Diyanetê dikin. Kesên van êrîşan dikin armanceke wan heye ku li ser Diyanetê dînê Îslamê bêrûmet bikin, ev jî qethiyen nayê qebûlkirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir