• DOLAR 32.568
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2487.984
  • ...
Wezareta Karên Derve kesên ku dê biçin Amerîka hişyar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Karên Derve ve  kesên ku niyeta wan heye biçin Amerîkayê îqaz kir û balan kişand li ser " êrîşên terorê yên ku zêde bûne, binçavî û girtîyên keyfî."

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê mijarê hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin îhtîmal e li Amerîkayê ji nişka ve êrîşên terorî bên kirin û kes bi şikleke keyfî bên binçavkirin û girtin.

Amerîka bi daxuyanîya ku belav kiribû ji welatîyên xwe îqaz kiribû û ji wan xwestibû kesên ku dê biçin Tirkîyê bila 'Ji nû ve bifikirin.'

Hema piştî vê daxuyanîya Amerîka ya derbarê Tirkîyê de gazî Maslahatguzarê Balyozxaneya Enqerê yê Amerîka hatibû kirin û jê re acizbûna Enqerê ya derbarê vê mijarê de hatibû gotin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir