Serokatîya Daîreya Harekata Taybet hat rakirin
Digel qerara Lijneya Wezîran a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin Serokatîya Daîreya Harekata Taybet hat rakirin.
Digel qerarnameya di hukmê qanûnê de ya bi nimreya 697 a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin Serokatîya Daîreya Harekata Taybet a di bin bunyeya Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê de hat rakirin.
Serokatîya Daîreya Harekata Taybet a ku di sala 1987an de ji bunyeya Serokatîya Daîreya Asayîşê hat wergirtin û di Serokatîya Daîreya Harekat û Micadeleya bi Terorê de organîze bû ku di sala 1993an de ji ber ku bûyerên terorê zêde bûn navê wê gelek caran hat rojevê û navê wê tevlî gelek bûyerên dereqanûnê yên mîna Çeteya Susurlukê bûbû.
Di salên 1990an de ji ber ku personelên wê rayeyên zêde suîstîmal kirin dem bi dem dihat rojevê.(ÎLKHA)