• DOLAR 32.575
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2428.45
  • ...
Ji kesên ku di îmtîhana mealê de ketin derecê re xelat hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve li tevahîya Tirkîyê li 46 bajêr û zêdetirî 100 navendan îmtîhana bi navê "Îmtîhana Kahnîya Qur'anê ya Nesla Qur'anê" hat tertîpkirin. Ji wan kesên ku di îmtîhanê de bi ser ketine re xelatên wan hat dayîn.

Ji 90 kesên ku li Êlihê ketin derecê re li avahîya Cemîyeta Hînkeran re xelat hat dayîn.

Mehmet Alî Şîmşekê Koordînatorê Herêma Êlihê ya Platforma Nesla Qur'anê derbarê mijarê de diyar kir ew wek platformê di 5ê Mijdara sala 2017an de îmtîhan tertîp kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di encama îmtîhana ku hat kirin de li Êlihê 55 kes ji wan pîrek tev de 90 xuşk û birayên me ketin derecê û heq kirin ku xelatan werbigrin. Li Êlihê birayê me yê bi navê Muhammed Maaz Denîz xelata umrê û her wisa  3 birayên me re zêra çaryek,  2 birayên me re duçerxe qezenc kirin û her wisa digel van hejmaran  tev de ji 90 kesan re xelat hat dayîn. Ew ê xelata kesên ku li tevahîya Tirkîyê ketine derecê dê di navbera 3-20ên Çileyê de bê dayîn."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir