• DOLAR 32.59
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2418.51
  • ...
Li Êlihê teleba "Otobusa Pembe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Platforma Seferberîya Tesetturê ya Êlihê ve di warê veguhastina navbêjar de daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin û hat telebkirin li bajêr bo pîrekan sepana "Otobusa Pembe" bê destpêkirin.

Di daxuyanî ya ku ji teref TESSEPê ve hat belavkirin de bal hat kişandin li ser zehmetîyên ku pîrek di veguhastina navbajêr dikşînin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Weke ku hûn jî dizanin Êlih her ku diçe pêşve diçe û mezin dibe û li bajêra me bi otobus û mînîbusan veguhastina komî tê kirin. Di wextên şeveqê û ber êvarî re otobus û mînîbus heta serî tên dagirtin ku ev yek dibin sedemên zehmetîyan. Pîrekên ciwan carinan li rasta rewşa xeyrî exlaqî û pîrekên pîr, ducanî û bi zarok jî li rasta zehmetîyên cûrbecûr tên. Bi şikleke hêsan, bi aram û ewlehî rêwîtî kirin ne lutuf heq e."

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin di vî warî de gelek gazin û gilî ji wan re tê kirin û dû re wiha dawî li daxuyanîya hat anîn: "Em ji şaredarîya teleb dikin bila li bajêr bo pîrekan sepana 'Otobusa Pembe' bide despêkirin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir