Li Wanê 3 hezar lître sotemeniya qaçax hat bidestxistin
Li Wanê di 2 wesaîtan de lêgerîn hat kirin û di wesaîtên ku lêgerîn hat kirin de bi tevahî 3 hezar û 80 lître sotemenîya qaçaxê gumrikê hat bidestxistin.
Li navçeyên Edremît û Tûşbaya Wanê di du lêgerînên ji hev cûda de bi tevahî 3 hezar û 80 lître sotemenîya qaçaxê gumrikê hat bidestxistin.
Li gor daxuyanîya ji teref Midûrîya Ewlehîyê ya Wanê ve hat kirin de hat îfadekirin ku li Taxa Kopruler ya navçeya Edremît û li ser rêya Îpekyola navçeya Tûşbaya Wanê di du wesaîtên ji hev cuda de lêgerîn hat kirin, di lêgerînan de bi tevahî hezar û 80 lître sotemenîya qaçaxê gumrikê hat bidestxistin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku di heqê kesên bi bûyerê re têkildar yên bi navê M.G. û E.İ. de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)