• DOLAR 32.543
  • EURO 34.875
  • ALTIN 2430.052
  • ...
Bi zorê goştê berazan didin xwendekarên Misliman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaredarîya Beaûcaîre yê Frensayê li kantînên dibistanan menuyên ku 'goştê xinzîr tê de tunebe' qedexe kir.

Serokê Şaredarîya Beaûcaîre Jûlîen Sanchez yê ku ji partîya Cepheya Neteweyî ya Radîkale li dibistanan menuyên 'goştê xinzîr tê de tunebe' bi sedem li dijî 'hêjayê komarê ye qedexe kir.  

Tê gotin ku xwendekarên li dibistanê perwerdehîyê dibînin herî hindik mecbûre wextekî li lidibistanê xwarinê bixwun û ev jî mecbûrî ye.

Hat îfadekirin ku bi zorê goştê berazan didin xwendekarên Misliman û ev sepan di meha çilê de hatiye destpêkirin.

Sazîyên Sivîl bertek nîşanî biryara Serokê Şaredarîyê dan û îfade kirin ku ev ji bo mafên zarokan darbeyeke û ev biryar xwendekarên Misliman dîke dike.

Biryara Serokê Şaredarîyê ji teref Wezîrê Berpirsiyarê ji Wekhevîya Pîrek û Zilaman ve bi awakî tund hat şermezerkirin û hat îfadekirin ku ev biryara layiktîyê li hember Mislimanan wek sîlehekê bikar tîne.   

Xwendekaran li hember vê biryarê Serokê Şaredarîyê di 10 Çile de çalakîyek protestoyê li dar bixin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir