• DOLAR 32.584
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2428.295
  • ...
"Daxwaza me ya otobusê pembe tê berawajîkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wanê ji teref Însîyatîfa Piştgiriya Sîvîl (SDİ) xebatên daxwaza 'otobusên pembe' hatibû kirin lê belê ev xebat ji teref hinek hêlan ve bûbû sedema nîqaşê.   

Derbarê daxwaza mafdar de temsîlkarên Partiyên Siyasî yên şaxên jinan û temsîlkarên Saziyên Sivîl  ji nûçegîhanê ÎLKHA yê re peyîvîn û destnîşan kirin ku hin kes vê daxwaza mafdar berevajî dikin.

Seroka Cemîyeta Mistezefan ya Şaxa Jinan ya Wanê Nûrhayat Sîvî, destnîşan kir ku projeyek bi vî awayî bi fêde ji hêla zilaman ve bê destekirin ev tiştekî zaf muhîme û wiha got: "Ev pirsgirêkek di civakê de heye. Hekû di civakê de pirsgirêkek hebe lazime zilam û pîrek bi hevre bi xebitin û vê pisgirêkê çareser bikin. Ev nîqaşên tên kirin ne di cîdeye. Heger îro di civakê de pisgirêkek hebe ev pirsgirêk pirsgirêkek pîreka û zilaman tevaye. Di gel van teva tiştekî wisa hebe û ji teref her dû hêlan ve bê parastin ev tiştekî di cî de ye. Lazime ev proje gavek berî gavekê têkeve rojevê û bê bikaranîn."

Sîvî, îfade kir ku em di wesaîtên veguhastina komelî de em wek pîrek zehmetiyên mezin dikşînin û wiha dewam kir: "Pirê rêwiyan zilamin. Em wek pîrek dema em dikevin nava qelebalixê em bixwzin nexwazin nerehet dibin. Dema em nerehetiya xwe tînin ziman em bi tepkîyan rû bi bû dimînin. Ji ber vê yekê lazime ji bo pîrek bi rehetî rêwîtiya xwe bikin îmkan hebin. Lazime temamê veguhastina tomerî vê rehetiyê di cî de têxin rojeva xwe û tetbîq bikin.

Alîkara Seroka Cemîyeta Mistezefan ya şaxa jinan ya Wanê Semra Karaman îfade kir ku kesên desthilatdar dema li ser qoltixa xwe rûdinî karên wan naqede, lazime mafên kesên mafdar bidê wan û wiha got: "Em ji daxwaza otobusên pembe dikin, ev daxwaza me ye."

Karaman, li axaftina xwe wisa berdewam kir: "Xwedê ji Însîyatîfa Piştgiriya Sîvîl razî be ku ev xebata anî rojevê. Qethiyen lazime ev xebatana bên kirin. Wek me got tenê otobusên pembe ne bese lazime ev xebata ji bo temamê veguhastinên tomerî bên kirin. Çi heyf û mixabin em di vî warî de zehmetiyên zêde dikşînin. Hin caran em bi saetan li bende wesaîtan disekine û dema wesaît tên jî tijene. Ji mecbûrî em siwar dibin. Di vî warî de em zehmetiyên zêde dikşînin. Em dixwazin di vî warî de her kes bibin destek. Heger em li welatekî Misliman dijîn û daxwazeke gel jî hebe lazime kesên desthilatdar ji vê daxwazê re bêdeng nemîne û vê daxwaza gel bi cî bîne."

Seroka Weqfa Alîkariya Mirovahî (ÎHH) ya Şaxa Jinan ya Wanê Nûray Dagaçê destnîşan kir ku jinên daxwaza 'otobusên pembe' dikin ev mafekî wan yê mirovahiye û heger malbata wan piştgiriyê bide wan wek bavên wan, birên wan û xizmên wan ev ne tiştekî ecêbe, kesê li vê piştgiriyê nîqaşan dikin ew bi niyetek baş vê dirûmê rexne nakin. Lewra daxwazek wisa mafekî siruştiye. 

Dogaç wiha got: "Ji bo hem zilam hem jî pîrek bi rehetî rêwîtiya xwe bikin em otobusên pembe dixwazin. Otobusên ji ber tijebûnê em li sûwar nabin em naxwazin ciyê em diherinê jî em jê dereg bimînin. Mijar ne mijara cînsîyetê ye, ji ber otobus tijene em nikarin bi rehetî rêwîtiya xwe bikin. Em dixwazin mafê rêwîtîya rehetî li ber çavan bigrin. Em temamê zilaman naxin hêlekê lê belê em rêwîtiyek qelebalix jî baş nabînin. Kesên li dijî vê daxwazê derdikevin daxwaza bav û biran ya otobusên pembe berawajî dikin em vê tewra wan bi niyeteke baş nabînin. Di vî warî de em ji temamê kesên ehemiyetê didin mafên însanan piştgiriyê dexwazin."  

Seroka Şaxa Wanê ya HUDA PARê ya Jinan Neşe Ûçar got: "Heger pirsgirêkek jinan hebe lazime ew di cî de bê çareserkirin."

Ûçarê îfade kir ku pirsgirêkên jin dikşîne xizmê wan ji wanre bibe alîkar ev tiştekî zarf ji rêzêye û wiha got: "Otobus her tim dagirtîne hem pîrek û hem jî zilam liser piya dimîne ev ji bo pîrek û zilaman pisgirêkek mezine. Ji bo ev pisgirêka ji holê bê rakirin ev qampanya hat destpêkirin. Em dixwazin ji bo pîrek li warên gelwarî rehet bikin van rehetiyên wisa ji pîrekan re bên çêkirin. Lazime kesên desthelatdar di cîde vê daxwazê bînin cî. Ev qampanyaya ku me daye destpêkirin 54 saziyan piştgirî danê. Em dinerin gelên me piştgiriyê didin vê qampanyayê. Divê kesên desthilatdar ji vê daxwazê re bê deng nemîne."

Seroka Şaxa Wanê ya Partiya Seadetê (SP) ya Jinan Ayşegul Çakir bertek nîşanî hin kesên li ser malpera sosyal ev qampanya rexne kiririye da.

Çakir, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji ber zilaman piştgirî dan vê qampanyayê kesên ji vê yekê nerazî dibe em di fêhmkirinê de zehmetiyê dikşîne. Kesên dema zilam li ser standê bûn hatin wêne û vîdyo girtin û paşê li ser malpera sosyal belav kir em dizane ew kesana niyeta wan ne başe. Urf û edetên rojhelat pir cuda ye. Li vir dema em dikevin nava xebatekê bê gûman em zilaman ji li kêleka xwe dibînin û ji me re dibin alîkar û me bi tenê nahêlin. Ev dirûma li xerbê ne wisa ye. Li wir jin dikare bi serê xwe karên xwe bikin. Însîyatîfa Piştgiriya Sîvîl jî li vir saziyek tê naskirin. Standa ku me vekir ma û zilaman bi dorê nobet digirtin. Lê belê hin kes ketin nava xeyretek wek dibêjîn vî karî tenê zilam birêve dibe. Em otobusên pembe yên heqê xwe dixwazin. Em vî heqî tenê ji bo xwe naxwazin em vî heqê ji bo xuşkên xwe yên girtî û vekirî em ji bo temamê jinan dixwazin." (ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir