• DOLAR 32.6
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2496.944
  • ...
 "Em pêwendîyên di navbera PKK û PYDê de dizanin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîstaîr Burtê Wezîrê Dewletê yê Îngîlîstanê yê ku Berpirsîyarê Rojhilata Navîn e  di niştina bi navê "Hewesên Kurdan û berjewendîyên Îngîlîstanê" ya ku ji teref Komîsyona  Karên Derve ya parlemetoya Îngîlzî ve hat tertîpkirin de destnîşan kir ku ew  ji wê pêwendîya di navbera PKK û PYDê de haydar in.

Di civîna ku hat kirin de endamên komîsyonê derbarê pêwendîya di navbera PKKê de pirsek kirin. Ji ber pirsa ku hat kirin Alîstaîr Burtê Wezîrê Dewletê yê Îngîlîstanê yê ku Berpirsîyarê Rojhilata Navîn e  pirsa ku hat kirin wisa bersivand: " Bi PKKê re têkilîya me tuneye. Weke ku we jî got em ji pêwendîyên di navbera wan de heye haydar in. YPG di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de hêzeke hakim e. Em ji van hêzan re teçhîzat û çekan temîn nakin. Desteka asimanî ji wan re tê dayîn, lewra di nav şereke ku em li terefê wan de ne. Dema ku em qala PYD û YPGê dikin, em dibêjin divê pêwendîyên xwe yên bi PKKê re qut bikin. Lê di pratîkê de dibe ku qut nekin. Pêwendî di holê de ne. Em vê dizanin. Em vê meselê her tim tînin rojeva PYDê. Bi şikleke eşkere pêwendî di holê de ye, lê li sehayê rewş tevlîhev e."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir