• DOLAR 32.387
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.253
  • ...
Ji DÎMEDê peyama Roja Rojnamevanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Komeleya Mensûbên Medyayê ya Diyarbekirê ve ji ber minasebeta "10ê Çilê Roja Rojnamevanên ku Dixebitin" peyamek hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de baş hat kişandin li ser rewşa rojnamevanan û hat diyarkirin dema ku xebatkarên çepemenîyê him ji hêla fikir û him jî ji hêla îqtîsadî ve azad bin  ew ê bihêztir û xwestir bin ku bi derfet bên baştirkirin divê ev îmkan bên baştirkirin û nexasim jî di vî warî de divê gavên qanûnî bên avêtin.

Di peyama ku ji teref DÎMEDê ve hat weşandin de cî hat dayîn van gotinan:

Em dixwazin keda endamên çapemenîyê yên ku bo agahdarina raya giştî li qada şer, pevçûn û şiddetê hewil didin bê dîtin û bê teqdîrkirin.

Endamên çapemenîyê  di nav şert û mercên giran de hewil didin raya giştî ji problem û geşedanan agahdar bikin ku ji ber vê yekê divê ev endamên çapemenîyê yên ku di dema xebatê de li rasta gelek zehmetîyan tên bes ne di rojekê de divê bereks di temamê rojan de bên bîranîn.

Divê ew problemên ku endamên çapemenîyê li rasta wan tên bên çareserkirin. Dema ku xebatkarên çepemenîyê him ji hêla fikir û him jî ji hêla îqtîsadî ve azad bin  ew ê bihêztir û xwestir bin ku bi derfet bên baştirkirin divê ev îmkan bên baştirkirin û nexasim jî di vî warî de divê gavên qanûnî bên avêtin.

Di warê çareserkirina problemên ku endamên çapemenîyê li rasta wan tên de bareke muhîm dikeve li ser milên hiikûmet û îdarevanên mehelî. Ji ber minasebeta 10ê Çilê Roja Rojnamevanên ku Dixebitin em daxwazên dubare dikin û roja endamên çapemenîyê pîroz dikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir