• DOLAR 32.52
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2433.92
  • ...
Karwana Ûmûdê ya Êlihê rapora salane ya faliyetên xwe eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Ûmûdê ya Êlihê rapora xwe ya faliyetên sala 2017an eşkere kir. Serokê Giştî yê Karwana Ûmûdê ya Êlihê M. Alî Işik destnîşan kir ku wan di nava sala 2017an de bi qîmetê 697 hezar lîreyî alîkariya 7 hezar û 827 melbatên mexdûr û mixtac kiriye û faliyetên xwe yê sala 2017an bi raya giştî re parve kir.

Işik, destnîşan ki ku di sala 2017an de bi qîmetê 697 hezar lîreyî alîkariya 7 hezar û 827 melbatên mexdûr û mixtac kirine û wiha got: "Faliyetên hatine kirin bi biryara komcivîna Heyeta Rêveberiyê û Civîna Giştî hatine girtin û hatiye sepandin. Di her mehê de li 100 malbatî bî awakî rêkûpêk bi temamî 93 hezar û 325 lîre alîkariya neqdî hatiye kirin. Bi minasebeta meha Remezanê ji bo malbatên feqîr û mixtac pakêtên xidayê hatin amadekirin û bi alîkariya dilda û endamên me, van alîkariyana hatin belavkirin. Bi temamî li 2 hezar û 90 malbatî bi bihayê 182 hezar 897 lîreyî qolîyên xidayê hatin belavkirin. Bi minasebeta cejna Qurbanê me bi wekaleta xêrxwazan nêzîkî 700 ajalên mêşin serjê kirin û me li 2 hezar 200 malbatî bi qîmetê 115 hezar û 500 lîreyî goştê sor belav kirin."     

"Me li xwendekaran alîkariya xida û qirtasiyê kir"

Işik, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku wan di serê sala perwerdehî û hindekariyê de alîkariya nêzî 300 xwendekarî ya materyal û qirtasiye yê bi bihayê 10 hezar û 800 lîreyî kiriye û gelek xwendekarên ji bajarên Tirkiyê yên ji hev cûda hatine zanîngeha Êlihê wan alîkariya xida û materyalên qirtasiyê li wan kiriye.   

Işik, wiha li axaftina xwe zêde kir: "Çi di Cejna Remezanê de çi jî di Cejna Qurbanê de û çi jî di nava salê de bi bihayê 120 hezar û 935 lîre li 550 malbatî alîkariya cil û bergan hatiye kirin. 500 malbatên ji ber herba navxweyî ji Sûrî reviyane û bûnin penember me bi qîmetê  84 hezar 474 lîreyî alîkariya neqdî dan wan. Me di 15-17ê Cotmeha 2017an de ji bo piştevaniya feqîr û mixtacan li Taxa Meydanê li Navenda Kargeha 2000an me kermesek tertîp kir. Ji kermesê 17 hezar û 960 lîre kar hat bidestxistin û li feqîr û mixtacan hat belavkirin."  

"Me bi sedem erdhejê alîkarî şand Kurdistan Îran û Iraqê"

Işik, bibîrxist ku wan di meha Remezanê de bi piştevanîya xêrxwazan li salona dawetê fitar daye 500 malbatên êtîm û mixtac û wiha got: "Me di erdheja Kurdistana Îran û Iraqê de bi bihayê 16 hezar û 400 lîreyî 500 betanî û 100 çewalê arvan bi navbeynkariya Weqfa Kerwana Ûmûdê şand deverên erdhejê.

Işik, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Di nava salê de 3 malbetên malê wan şewitî û 2 malbatên ji ber herba navxweyî reviyabûn me alîkariya têkberên spî, taximê qenepa, xalî, perde, mînder, doşek, betanî, lihêf û eşyayên metbexê kir. Bi hevkariya komeleyên li derê Êlihê xebatên alîkariyê dikin yên wek (Cizîr, Şernex, Nisêbîn, Hezex û Kerboranê) me alîkariya neqdî û xidayê kir û me goştê sor û cilûber li wan belav kir."

"Bi Weqfa Karwana Ûmûdê ya ku navenda wê li Stenbolê ye protokola hevkariyê hat îmzekirin"

Işik, îfa de kir ku di sala 2017an de di televîzyona Rehber TV de bi minasebeta bernameya Karwana Ûmûdê me îmkan dît ku em komela xwe û alîkariyên me kiriye bibêje û wiha got: "Bi vê minasebte ji bo piştgiriya mixtacan me 2 caran bername çêkir. Me di 19ê Adara 2017an de kongra komela xwe ya derasayî li dar xist. Di kongreyê de biryara guherandina nav û rêznameyê hat girtin û bi Weqfa Karwana Ûmûdê re protokola hevkariyê hat îmzekirin. Me wek Karwana Ûmûdê ya Êlihê piştgirî dan qampanya ya ji bo Mislimanê Araqanî ya Weqfa Êtîman ya Diyarbekrê. 3 zarokên qeyda wan li ba me heye me mala wan ya ku li ber xirabûnê bû, xera kir û me bi alîkariya xêrxwazan ji êtîman re mala wan ji nûve înşa kirin. Di gel eşyayên melê bi tevî mifta malê teslîmê malbatê hat kirin."  

Ji bo xêrxwazan bangewazî

Işik, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku, wan wek Karwana Ûmûdê ya Êlihê di sala 2017an de bi qîmetê 697 hezar lîreyî alîkarîya 7 hezar û 827 melbatên mexdûr û mixtac kiriye û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em çawa wek Karwana Ûmûdê ya Êlihê di sala borî de em bûn hêvîya êtîm û mixtacan bi îzna Xweda emê di sala 2018an de jî bibin hêvî û ûmîda feqîr û bêkesan. Di vî warî de em piştgiriya hemî xêrxwazên Êlihê dixwzin. Xwedayê teala ji niha de xêra xêrxwazên me qebûl bike û ecr û mukafata wan qat bi qat bide wan. (ÎLKHA) 







































Bu haberler de ilginizi çekebilir