• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Em ji bo mizgefta gundê xwe mela dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Kizikhamurkesena Entabê  şênî ji ber ku mizgeftê gundê wan ev 5 meh e bê mela ye ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin ji ber ku mela li gund tuneye ew di warê îbadetan  de zehmetîyê dikşînin ku ji ber vê yekê teleb kirin ku melayek tayînî mizgefta gundê wan bê kirin.

Ji şênîyên gund Îlyas Uygun derbarê mijarê de diyar kir berî vê 5 mehan piştî ku melayê gund ji gund veqetîya êdî nema mela hat tayînkirin ku ew ji nimêja bi cemaat re hesret mane.

Uygun di berdewama axavtina xwe de diyar kir mizgefta me girtîye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mizgefta me girtîye û ji Eyda Qurbanê vir ve melayê me tuneye. Ji bo ku em nimêja înê eda bikin em diçin gundên derdorê. Ger melayekî dildar  were, encax em wê demê dikarin li gundê xwe li camiya xwe nimêja xwe bikin. Dema ku mirîyekî/ê me hebe wê demê em ji gundên derve mela tînin gund. Gundek bêmela nabeç Ez ji vê derê bangî rayedaran dikim. Divê demildest ji gundê me re melayek bê tayînkirin. Ma em ji bo cinazê mela ji gundên din bînin?"

Di derbarê mijarê de her wisa şênîyên bi navê Mehmet Uygun, Mustafa Sarioglu, Hasan Huseyîn Ozkan, Mehmet Bakir û Mustafa Koçak jî derd û kulên xwe anîn zimên û gazin û giliyên xwe anîn ziman û gotin ku ew bo mizgefta gundê xwe melayekî dixwazin.

Miftîyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîkê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da derbarê mijarê de diyar kir ew ê di demeke kurt de mela ji gundê ku qala wê tê kirin re tayîn bikin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir