• DOLAR 32.59
  • EURO 34.847
  • ALTIN 2503.067
  • ...
Doxtorên ku Sînor Nasnakin: Destdirêjî li pîrekên Rohîngyayî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her ku diçe rewşa elemnak û kovandar a penaberên Mislimanên Rohîngyayî girantir dibe. Ji teref Doxtorên ku Sînor Nasnakin ve raporteke bi sernava "Weqayên şiddeta zayendî ya ku li hember penaberên Rohîngyayî" hat weşandin.

Li gor daxuyanîya ku hatiye belavkirin yekîneyên Doxtorên ku Sînor Nasnakin heta dawîya meha Kanûnê ji zêdetirî 125 pîrekên ku destdirêjî li wan hatiye kirin tedawî kirine. Lê tê diyarkirin  ev hejmar ji ya ku tê diyarkirin zêdetir e.

Aerlyn Pfeîla ku pîrik e derbarê mijarê de qala trawmaya ku qizîkên biçûk û her wiha pîrekên ku destdirêjî li wan hatiye kirin kir û her wisa qala pêvajoya tedawîkirina wan kir.

Pfeîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir zehmetîya vê tedawîkrina pîrekan û qizîkên biçûk ji ber wehşeta ku ew li rasta wan tên e. Bi şikleke girseyî li wan tecawûz hatiye kirin, li ber çavên hinek kesên din destdirêjî û tecawuzî wan hatiye kirin. Hinek qîz hatine revandin û êrîşî wan hatiye kirin. Hinek pîrek bes dixwastin ku ji wan bê gotin bedenên wan sexlem e. Gelek ji wan jî dixwastin ku hîn bibin ka ducanî bûne yan ne."

Pfeîl di dawîya axavtina xwe de diyar kir gelek pîrek bi hewlên serê xwe hewil didin da ku zarokên wan ji ber wan here. Tehmîna me ev e. Ev pîrek bes bi kinc û cilên li ser xwe ravîyan û hinek ji wan jî hêj cil û bergên wê roja ku tecawuzî wan hatibû kirin hebû."(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir