• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Malbatên dijminatî di navbera wan de hebû hat lihevanîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qosera navçeya Mêrdînê dijminatiya di navbera malbata Akguç û Dundar de bi xebatên navbeynkariyê bi aştiyê hat dawîkirin.

Bi xebatên alimên herêmê yên navnîşan Şêx Selahaddîn Seydaoglû, Mahsûm Onal û Mela Mahmût Kiliç neyartiya di navbera malbata Akguç û Dundar de bi aştiyê hat bidawîkirin. Xwarina aştiyê li gundê malbata Akguç lê îqamet dike li taxa Ziyaratê (Gundê Şêx Tajdîn) hat dayîn.

Malbata Dundar bi heyeta navbeynkariyê re hat gundê malbata Akguç û yek bi yek bi wan re musafaha kirin.

Bername bi xwendina Qur'anê ya ji teref Miftiyê Nisêbînê ve hat xwendin hat destpêkirin. Piştî xwendina Qur'anê, Miftiyê Qoserê Masûm Taşçi axaftina despêkê kir û îfade kir ku li devera me hinek bûyerên ku meriv naxwazin bi qewimin diqewimin.

Taşçi, destnîşan kir ku digel van tevan mala wan avabe malbatên me deriyê xwe ji kesên ji bo aştiyê li derîyê wan xistin vekirin û wiha got: "Di vî warî de her dû malbatên me li hevhatinê qebûl dikin. Bi taybetî em li ser navê Şêx Huseyîn ji seydayê xwe Îsmaîl Akguç re malavahiya xwe tînin ziman. Derîyê xwe ji me re vekirin. Ji malbata Dundar em ji Hecî Şemsedîn, Haci Mahmût û Mela Alî Dundar û ji temaman re malavahiya xwe tînin ziman. Kesên di aştiyê de keda wan zêde heye Şêx Selahaddîn Seydaoglû û torinê Şêx Ahmedê Şorşibî yê Diyarbekrî Şêx Mahsûm û apê wî Şêx Mûhammed Fatîh Onal û ji Mela Mahmût Kilinç re zêde zêde teşekur dikin. Meclîsên wisa dibe sedema xêrê. Di vî warî de kesên keda wan heye em ji wan re teşekur dikin û em dibêjin mala wan ava be Xweda ji wan rezî be."    

Miftiyê Bajarê Mêrdînê Îsmalî Çîçek jî di bernameya aştiyê de axifî û got: "Em îro di pêvajoyek aştiyê de ne. Dibe ku birayên me xeta kiribin, lê belê meriv efûkar be ev muhîm e. Xweda efûkar e û diparêze. Lazim e însan wan sifetên Xweda bigrin ser xwe. Çawa Xwedayê Teala ebdê xwe bexş dike kesên dixwaze bên efûkirin jî lazim e bên efûkirin. Em li hember Xweda xeta dikin paşê em ji Xweda bexşandinê dixwazin. Dema em li hember însanan jî xeta dikin em lêborînê dixwazin. Xweda me bigerîne ji kesên lêborînê dixwazin. Xwedayê me efûkar e û me bigerîne ji kesên efû dike. Ez ji her dû malbatên me re teşekur dikim. Xweda ji wan razî be. Xweda me bigerîne ji kesên herî kêm xeta dikin."

Ji rîspiyên malbata Akguç Şeyh Îsmaîl Akguç ji kesên keda wan di aştiyê de hene û kesên beşdarî bernameya aştiyê bûn re malavahiya xwe anî ziman û got: "Em ji we re minetdar in" we şeref da me, Xweda şerefa we zêde bike. Xweda ji we tevan razî be."

Ji rîspiyên malbata Dundar Mehmet Alî Dundar ji îfade kir ku berîya niha di navbera ciwanên her dû malbatan de nexweşiyek derketibû, mala Xwedê ava be îro ev nexweşî bi aştiyê hat bidawîkirin.

Dundar di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Bi vê wesîleyê di serî de ez ji apê xwe Şêx Îsmal re û kesên keda wan di vî karî de hene û ji endamên her dû malbatan re teşekur dikim. Li devera me de pêwistiya me tevan bi aştî û lihevhatinê heye, ji bo ji vir û pê dê hedîseyên wisa neqewimin lazim e em tev çi ji destê me were em bikin û em dia bikin. Ez vê civata qelebalix bi hurmet silav dikim."

Piştî axaftinan ji teref Miftiyê Bajarê Bedlîsê Mehmet Faysal Geylanî ve dia hat xwendin û dest bi xwarina aştiyê hat kirin.

Serokbajarê HUDA PARê yê Mêrdînê Şehmûs Akman, Serokbajarê AK Partiyê yê Mêrdîn Nîhat Erî, Miftiyê Bajarê Bedlîsê Mehmet Faysal Geylanî û alimên deverê yên navnîşan, rispî, endamên her dû malbatan û dawetvan beşdarî bernameya aştiyê bûn. (ÎLKHA)  





































Bu haberler de ilginizi çekebilir