• DOLAR 32.518
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2432.252
  • ...
Kongreya Asayî ya 2yemîn a Entabê ya HUDA PARê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di kongreya ku beşdarî bû de diyar kir ev kongreya bajêr bibe wesîleya xêran.

Piştî axavtina Yapicioglu, Mehmet Nakşî Eratê ku dîsa wek serokbajêr hat hilbijartin diyar kir ew ê hewil bide wezîfeya xwe bi heqê wê bi cî bîne.

Erat di berdewama axavtiana xwe de diyar kir ew berî vê 3 salan dema ku wezîfê girt li ser milên xwe ew bi talîmata serokên giştî hewil dane her tim di nav xelkê de bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me di vê pêvajoyê de sazîyên civakî yên siwîl, partîyên sîyasî, sendîqa, komeleyên hemşehrî, rîspî, îdarevanên kamûyê, çapemenîyên li bajêr ziyaret kir. Her wisa me esnafên li Şahînbey, Şehîtkamîl, Nîzîp, Oguzelî û Nurdagiyê jî ziyaret kir, derd û kulên wan çguhdar kir û me hewil de li gor derfetên xwe ji problemên wan re çareserîyan bibînin. Me di vê pêvajoyê de bi şîara derd û kul bi parvekirinê kêm dibin û şahî û şadî jî bi parvekirinê zêde dibin hereket kir."

"HUDA PAR dozek e û partîya fedakaran e"

Erat di dawîya axavtina xwe de derbarê xebatên ku ji teref wan ve hatine kirin de beşdaravanan agahdar kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Dema ku me xelkê ziyaret kir, xelk ecêbmayî dima. Lewra ji me re digotin ku ne wextê hilbijartinê ye û hûn çima di wexteke wisa de me ziyaret dikin? Belê dibe ku ne wextê hilbijartinê be, lê belê em ne ji wan siyasetmedarên ku ji hilbijatinê heta hilbijartinê sozan didin xelkê û wanan ji bîr dikin û em ji siyaseteke wisa hawara xwe ji Xwedê re dikin. Lewra em wek HUDA PARê ne ji ser rayan hisaba xwe nakin û em ne nêçîrvanên dengan in. Lewra doza me mezin, barê me giran û li ser milên me bareke mahşerî heye û em bi vê şiûrê hereket dikin. Dema ku em van xebatan dikin temamê teşkîlatên me qet tiştekî dinyevî hêvî nakin, bi şiûra dozê hereket dikin, armanaca wan qezenckirina riza Xwedê ye û li gor meslehetên xelkê tevdigerin.Lewra HUDA PAR dozek e û partîya fedakaran e."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir