• DOLAR 32.568
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2491.435
  • ...
Di mala metrûk de cesedê zarokekî hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin berî vê çendakî ji ser îxbara ku hat kirin di malekê kavil de cesedekî peyda kirin. Polêsên ku di mala kavil de lêkolîn kirin pê hisiyan ku ji mala metrûk a li kêlekê jî bêhneke nexweş tê. Ji ber bêhna pîs a ku ji mala ku nêzî 10 salan nedihat bikaranîn dihat polêsan lêkolîn dan destpêkirin. Di encama lêkolînê de di mala terikandî de cesedê zarokekî di nav çûwalekî de dîtin.  Hat ragihandin zarok berî vê çend mehan hatiye kuştin û cesedê wî rizîyaye.

Polêsan li cihê bûyerê şerîda ewlehîyê kişandin, Midûrê Ewlehîya Bajêr ê Êlihê Mehmet Alî Kaplan,  Dozgerê Komarê Osman Berat Çetîn li cihê bûyerê lêkolînan kirin. Cesedê bêhn pêketî ya ku aîdî zarokekî 11 salî ye  piştî karên otopsîyê hat rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.

Tê diyarkirin cesedê vî lawê ku hat dîtin ê lawê zilamê Efxanî yê ku doh wek mirî hatibû dîtin e.

Ji nîştecihên taxê Salih Durmaz  derbarê mijarê de wisa axivî: "Doh cesedek derketibû. Îro jî ji mala ku ev 10 sal e ku hatiye terikandin cesedê lawikekî derket. Em wek taxê diltirs in. Li kêleka mala metrûk a ku cesed lê hat dîtin Efxan dijiyan. Mala metrûk nêzî 10 salan hatiye terkkirin. Ew lawikê ku dibêjin miriye ez çend caran li rasta wî hatibûm. Ev 3 meh e ku xuya nedikir, nedihat eqlê me jî."

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir