• DOLAR 32.475
  • EURO 34.875
  • ALTIN 2478.545
  • ...
Li Yemenê balafireke şer a rejîma Siûd daket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li wîlayeta Sadaya Yemenê balafireke şer a ku aîdî hêzên koalîsyona ku rejîma Siûd jê re pêşîvantîyê dike ket.

Di daxuyanîya ku ji teref hêzên koalîsyonê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de hat ragihandin balafireke şer  a ku li Yemenê beşdarî operasyonan bûbû ji ber arizaya teknîkî ket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin tiştek bi her 2 pîlotan nehatiye û xelas bûne  û bi operasyona rizgarkirinê ya ku hatiye tertîpkirin her 2 pîlot ji herêmê hatine derxistin.

Di xebera ku berî niha di televîzyona El-Mesîre" ya ku aîdî Husîyan hatibû weşandin de hatibû ragihandin balafireke şer a ku aîdî hêzên koalîsyonê ye li Yemenê li nêzî sînora Siûd hatiye daxistin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir