• DOLAR 32.564
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2428.56
  • ...
25 penaber xeniqîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Libyayê ji ber ku keştîyek binav bû herî kêm 25 penaber jiyana xwe ji dest dan.

Ji teref yekîneyên Ewlehîya Qerexê ya Îtalyayê ve hat ragihandin roja şemîyê ji teref balafirên devrîye ve di Behra Spî de 84 penaber hatin rizgarkirin.

Her wisa ji teref Komîsertîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Cenewreyê ve hat ragihandin ji sala 2014an vir ve di Behra Spî de herî kêm 13 hezar penaber jiyana xwe ji dest dane.

Li gor raporta Neteweyên Yekbûyî di sala 2014an de di Behra Spî de 3500, di sala 2015an de 3771, di sala 2016an de 4 hezar  û di sala 2017an de 3 hezar penaber jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir