• DOLAR 34.67
  • EURO 36.658
  • ALTIN 2967.532
  • ...
Li Amerîka 22 kes ji ber sermayê mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li rojhilatabakur a Amerîka ji ber serma û zivistanê hema hema heyat ket asta sekinînê. Li welatê ku çend salên dawî serm û zivistaneke wisa lê ne hatibû dîtin ji ber sermayê 22 kes mirin.

Her wisa derbarê tesîr û tundîya hewaya sar û seqem de ji teref Serwîsa Hewayê ya Neteweyî ya Amerîka ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat ragihandin ew ê hewaya sirt û seqem di dawîya vê heftîyê de tesîra xwe li rojhilata Amerîka nîşan bidin.

Ji ber muxafeleta hewayê di seferên balafiran de jî problem derdikevin. Di van her du rojên dawî de seferên bi sedan balafiran betal bûn û di wan rojên borî de jî nêzî 5 hezar sefer ji ber şert û mercên neyînî nehatibûn kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir