Li 3 bajarên Îranê Muhafizên Şoreşê daketin kolanan
Muhafizên Şoreşê bo ku rê li ber mezinbûna bûyerên ku bi desteka Amerîka, siyonîst îsraîl û Siûdîyan tên kirin bigre li 3 bajarên Îranê xwe berdan kolanan.
Tumgeneral Muhammed Alî Caferîyê Fermandarê Muhafizên Şoreşê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li Hamedan, Îsfehan û Loristanê yekîne hatine bicîkirin.
Li gor agahîyên ku Caferî parve kirine meş û xwepêşanên ku ji teref terefarên hikûmetê ve hatine kirin bi dawî bûne û li her derî hejmara pêşandaran herî 1500 e û li tevahîya welat jî hejmara wan encax 15 hezar e.(ÎLKHA)