• DOLAR 32.573
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2425.742
  • ...
"Doza Zarrab dozeke siyasî û qumpasê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag li ser malpera xwe ya Twîtterê doza ku ji teref Mehkema Devera Başûr ya Federal a New Yorkê dihat dîtin de û Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakan lê dihat darizandin de daxuyaniyên girîng da.

Bozdag îfade kir ku "Doza Zarrab dozeke siyasî û qumpasê ye." Bozdag, derbarê pêvajoya darazê de jî axifî û got: "Ev biryara hatiye dayin ne biryareke hiqûqî ye, ev daraz darazeke siyasî ye û berya daraz bê kirin wan kesan ev biryar dabûn."

"Ji hela Tirkiyê ve ev biryar tu tiştekî hiqûqî îfade nake"

Bozdag, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji ber vê yekê ev biryara di doza Zarrab de ya li Amerîka hat dîtîn û bi biryara juriyan hat girtin ji bo me qet nebû suprîz. Çi mehkeme an juriyan Mehmet Hakan Atîlla wek sûcdar qebûl kirin ev biryar ji bo Tirkiyê tû tiştekî hiqûqî îfade nakê. Doza Zarrab bi awakî eşkere derxist holê ku Amerîka, FETO, CIA û FBI û daraza Amerîka bi şiklekî eşkere bi hev re hereket dikin."

"Biryar li dijî hiqûqê navneteweyî ye"

Bozdag, di dawiya beyanata xwe de wiha got: "Tirkiye wekî ji FETO û rêxistinên terorî yên din re serî netewand wê ji kesên benê van rêxistinan di destê wan de ye re jî serî netewîne. Ji vir û wê de jî wê serî ji tu kesî re netewîne. Dewletek din nikare Tirkiye an saziyek wê daraz bikin. Ev biryar li gor hiqûqa navneteweyî ne qanûnî ye." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir