• DOLAR 32.523
  • EURO 34.876
  • ALTIN 2430.873
  • ...
Li Wanê bo "Otobusa Pembe" stand hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê ve li Wanê ji bona ku ji pîrekan re otobusên pembe bê tayînkirin standa îmzê hat vekirin. Wanîyan eleqeyeke mezin nîşanî standa ku hat vekirin dan û gotin ew ê sepaneke wisa dê di cî de be.

Haluk Înançê Berdevkê Heyamî yê Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê derbarê mijarê de diyar kir pîrek di warê veguhastinê de gelek zêde mexdûrîyetan dijîn  û bo çareserîya van mexdûrîyetan divê otobusên pembe taybet bo pîrekan bê tahsîskirin.

"Divê ew telebên cîddî yên di vî warî de piştguh neyên kirin û çareserî bê dîtin"

Înaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev proje li gelek bajarên Tirkîyê û li gelek welatan tê sepandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê ew telebên cîddî yên di vî warî de piştguh neyên kirin û çareserî bê dîtin. Divê seferên ku bes bo pîrekan bin bên destpêkirin."

" Em ji şaredarîyê dixwazin ku di vî warî de hesastir be"

Welatîyê bi navê Hakan Tanriverdî jî derbarê mijarê de diyar kir xelk ji şaredarîyê otobusa pembe teleb dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Digel ku ez mêr bin jî ez gelek caran dema ku diçim zanîngehê gelek zêde zehmetîyê dikşînim ku rewşa pîrekan muhîmtir û nebaştir e. Îhtîmal e ku pîrek jî aciz dibin. Em ji şaredarîyê dixwazin ku di vî warî de hesastir be."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir