• DOLAR 32.598
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2499.242
  • ...
Dayikeke din bi hesreta lawê xwe koçî dari bekayê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zulfuye Yuceya dêya Zulkuf Yuceyê ku ev 18 sal e bi kumpas û komploya FETO di girtîgehê de tê girtin doh êvarî li Edenê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir. Dayika Zulfuye berî ku wefat bike navê  lawê xwe ji ser zimanê xwe kêm nekir û bi hesreta lawa xwe çû rehma Xwedê.

Zulfuye Yuceya ku ev saleke tedawîya nexweşîya qanserê dibîne li Edenê ev 12 roj bû ku di lênêrîna giran de dima. Dayika Zulfuye Yuce doh êvarî derdora seat 20.00an de çû rehma Xwedê.

Zulkuf Yuceyê ku ev 18 sal e bi kumpas û komployên FETO di girtîgehê de tê girtin berî ku dêya wî rehmet bike çend seatan bi destûra girîtîgehê çû ziyareta dêya xwe. Piştî ku çend seat ji ser ziyaretê derbas bûn re dayika wî rehmet kir.

Naaşa Yuce ya ku ji mirîxaneya nexweşxanê hat wergirtin dê îro di seat 10.00an de li Goristana Burukê bê definkirin.

Her wiha hat hînbûn Zulkuf Yuce bo karibe beşdarî taziya dêya xwe bibe malbata wî serîlêdan kiriye.

Zulfuye Xanima ku berî vê 35 salan zilamê wê rehmet kir  zarokên xwe bi terbîyeya Îslamê mezin kir li Edenê Însîyatîfa Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê û her wiha sazî û partîyên siyasî ziyaret kir û di wan deran de mexdûrîyeta lawê xwe anîbû zimên û bo dawî li vê zilmê ba anîn bangî rayedaran kiribû.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir