Atîlla Hakanê ku li Amerîka dihat darizandin ji 5 sûcan berpirsyar hat dîtin
Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakanê ku li New Yorkê girtiye û dihat darizandin ji teref jurî ve ji 5 sûcan bersûc hat qebûlkirin.
Derbarê doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakanê ku li New Yorkê girtî dihat darizandin de jurîyê biryara xwe da.
Doza ku ji teref Mehkema Devera Başûr ya Federal a New Yorkê dihat dîtin de heyeta jurî ya ku 12 endamê wê heye derbarê doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakan de ya ku bi îdîaya, "Îhlalkirina mueyîdeya Amerîka ya li ser Îranê", "Tevlîbûna sûcên xapandina Amerîka", "Beşdarbûna xapandina banqeyên Amerîka", û bi "Qanûnîkirina pereyê qirêj tê tawanbarkirin" de sûcdar hat qebûlkirin.
Li hêla din heyeta jurî Atîlla Hakan bi "Qanûnîkirina pereyê qirêj" sûcdar qebûl kirin.
Piştî biryara jurî cizayê Atîlla wê ji teref Hakim Rîchard Berman bê eşkerekirin. (ÎLKHA)