• DOLAR 32.375
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.764
  • ...
Qezayên kar ên di înşaatên TOKÎyê de balan dikşînin li ser xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Nisêbîna Mêrdînê karkerekî ku di înşaata camîyê ya TOKÎ de dixebitî  kat xwar û birîndar bû.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Nisêbîna Mêrdînê karkerekî ku di înşaata camîyê ya TOKÎ de dixebitî  kat xwar û birîndar bû. Karkarê ku ji înşaatê daket bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.

Di înşaatên TOKÎyê de qeza zêde bûn.

Di van pêlên dawî de qezayên kar ên di înşaatên TOKÎyê de zêde bûn û balan dikşînin li ser xwe ku herî dawî karkerê bi navê Mehmet Alî Îlhan ji qeta 5an ketibû û jiyana xwe ji dest dabû û her wiha 7 karker jî birîndar bûbûn.

Temamê van qezayên ku pêk tên îddîayên îhmalê tîne rojevê.(ÎLKHA)

 

 

 

 

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir