"Birêvebirina avê li herêma me bi qasî neft û zêrê muhîm e"
Seroka Şaredarîya Mezin a Entabê destnîşan kir niha rojeva cîhanê birêvebirina avê ye û got "Birêvebirina avê li herêma me bi qasî neft û zêrê muhîm e."
Seroka Şaredarîya Bajêra Mezin a Entabê Fatma Şahîn derbarê "Projeya Ava Vexwarinê ya Düzbağ" de bi daxuyanîya ku da endamên çapemenîyê agahdar kir. Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de qala girîngî û ehemîyeta avê kir û axavtina xwe wiha domand: "Niha di rojeva cîhanê de îdareya avê heye. Nexasim di pêşveketina bênavber de av meseleyeke heyatî ye. Birêvebirina avê li herêma me bi qasî neft û zêrê muhîm e. Li bajarekî ku nifûsa wê 2,5 eav êdî bûye bûye jiyan."(ÎLKHA)