• DOLAR 32.379
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2325.667
  • ...
Xwepêşanên li Îranê hêj dibin sedema mirinan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îranê di 28ê Kanûnê de  bi hinceta bihabûna heyatê  xwepêşan aştîyane hatin dest pê kirin û di 30ê Kanûnê de bi dawî bûn, lê belê digel destekên ku ji derve hatin  dayîn protestoyên li dijî rejîmê dest pê kirin  û gelek zirarên mezin ji avahîyên kamûyê re hat dayîn û di protestoyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref televîzyona dewletê ya Îranê ve hat dayîn  de hat ragihandin di pevçûnên ku doh di navbera hêzên  ewlehîyê û pêşandêran derketiye de 9 kes jiyana xwe ji dest dan ku digel van mirinên dawî  hejmara kesên mirî derket 20an.

Hat ragihandin li gelek welatan  avahîyên kamûyê hatin şewitandin û êrîş li qereqol û artêşxaneyan hat kirin. Her wisa hat ragihandin hinek pêşandêr êrîşî qereqolên polêsan kirine û hewil dane ku çekan bidizin û gelek avahîyên kamûyê hatine şewitandin û di encama mudaxeleya hêzên ewlehîyê de  êrîş têk çûne.

Di daxuyanîya ku di televîzyona dewletê hatiye weşandin de hat ragihandin ew kesên ku ala welat şewitandine bi hinceta şert û mercên aborî tevnegerîya û ew bi desteka ku ji derve distînin tevdigerin û hewil didin alozî û qeyranê derxînin.

Hat ragihandin ji êrîşkarên ku li Kehderîcana Îsfahanê êrîşî qeymeqamtîyê kirine tev de 5 êrîşkar hatine kuştin û li bajêra Necef Abad jî bi guleyên êrîşkaran  polêsek jiyana xwe ji dest daye û 3 polês jî birîndar bûne.

Li gor xebera Reca Newsê  di xwepêşanan de 2 besîc û 2 xwepêşan jiyana xwe ji dest dane.

Her wisa 2 kes di bin wesayîta îtfayê ya ku ji teref pêşandaran ve hat dizîn de man û jiyana xwe ji dest dan.

"Hikûmeta dê ji wan kesên ku hovîtîyê bikin û zirarê bidin derdorê re tawîz nede"

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî ji wan xwepêşanên ku li tevahîya welêt belav bûn hêzên derve berpirsiyar girt û got: " Îranî azad in ku hikûmeta Îranê protesto bikin  û rexne bikin.Lê şiddet û zirardayîna avahîyên kamûyan ne rexne ye. Hikûmet dê ji wan kesên ku zirarê didin derdorê û hovîtîyê dikin re tehammul neke. Ger pêwîst be ew ê xelkê Îranê yê 80 milyon dê li dijî van komên marjînal berde kolanan."

Alî Şahmanîyê Sekreterê Konseya Bilind ê Ewlehîya Neteweyî yê Îranê jî derbarê xwepêşanan de got: " Ew peyamên ku derbarê rewşa li Îranê de tên dayîn ji Amerîka, Îngilîstan û Erebîstana Siûd tên dayîn. Ew tiştê ku di torên medyayî yên civakî de li ser rewşê diqewime şerê wekaletê ya ku li hember xelkê Îranê tê kirine."

Trump: "Li Îranê ÊDÎ WEXTÊ GUHERÎNÊ ye!"

Trump bi heman awayî derbarê xwepêşanên ku li Îranê rû dane de jî wisa got: " Îran digel peymana ku bi birêveberîya Obama kir re  dîsa jî li her derî bi qûsir tevdigere. Ew xelkê Îranê yê muhteşem bi salan e ku di bin zextan de ye. Ji xurek û azadîyê re pêdivîya wan heye. Digel mafên însanan temamê dewlemendîyên Îranê tên talankirin. ÊDÎ WEXTÊ GUHERÎNÊ ye.

Netanyahu serokwezîrê siyonîstê îşxalker Netanyahu derbarê xwepêşanên li Îranê de diyar kir dema ku rejîma Îranê ji holê rabû ew ê wê demê Îranî û îsraîlî bibin dostên hev ên samîmî.

Her wisa Wezîrê Karên Derve yê Îngîlîstanê Borîs John jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û diyar kir di salvegera 70emîn a îmzekirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Însanan de divê însan xwedîyê mafê azadîya îfadekirinê.

Xwepêşanên ku ji ber sedemên îqtîsadî dest pê kiribûn bûn dijberê rejîmê û bûn nîjadperest û di xwepêşana  de sloganên mîna "em komara Îslamî naxwazin, Îran dîsa dê bibe Arî, Ew ê Faris werin serî' hatin avêtin ku ev yek jî nîşan didin ka xwepêşanên ku bi hinceta îqtîsadî dest pê kiribûn ber bi kû ve diçin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir