• DOLAR 32.348
  • EURO 35.134
  • ALTIN 2309.754
  • ...
Trump ji ser twîtterê derheqê Îran û Pakîstanê de parvekirinan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump  ji ser hisaba xwe ya twîtterê derbarê Îran û Pakîstanê de parvekirinan kir û bi van parvekirina helwest û nexşeya li hember van her du dewletan diyar kir.

Trump di parvekirina ku ji ser twîtterê parve kir de derbarê Pakîstanê de wisa got: "Pakîstan bênavber ji temsîlkarên teror, kaos û şiddetê re dibe bendera ewlehîyê. Amerîka bi şikleke ehmeqane di 15 salên dawî de zêdetirî 33 milyar dolar alîkarî ji Pakîstanê re kir.  Lê kesên ku serokên me ehmeq dihesibînin  ji derew û xapandinan pê ve tu tişt nedan me."

Trump bi heman awayî derbarê xwepêşanên ku li Îranê rû dane de jî wisa got: " Îran digel peymana ku bi birêveberîya Obama kir re  dîsa jî li her derî bi qûsir tevdigere. Ew xelkê Îranê yê muhteşem bi salan e ku di bin zextan de ye. Ji xurek û azadîyê re pêdivîya wan heye. Digel mafên însanan temamê dewlemendîyên Îranê tên talankirin. ÊDÎ WEXTÊ GUHERÎNÊ ye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir