• DOLAR 32.579
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2424.01
  • ...
"Bîtcoîn ne caîz e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Lijneya Bilind a Karên Dînî ya Serokatîya Karên Diyanetê ve ji ber pirsên ku hatin ji wan hatin kirin derbarê pirsa parayên sanal de fetwayek amade kir.

Di fetwaya ku ji teref Serokatîya Lijneya Bilind a Karên Dînî ya Serokatîya Karên Diyanetê ve hat amadekirin de derbarê mijarê de nasîna paraya ku ji teref dewletê ve tê çapkirin û nayên çapkirin de agahî hat dayîn û dû re derbarê mijarê de wisa hat gotîn: "Ji bo ku cûreyekê parayê di hukmê parayê de bê hesibandin dibê nirxa xwe ji otorîteya dewletê bistîne an jî divê bibe xwedîyê nirxa zatî ya wek zêran. Digel ku parayên sanal ji teref hinek kesan ve wek amûrê mubadelê tê bikaranîn jî  ji ber ku ne xwedîyê nirx û hêza ku dewlet diyar dike ye û ji ber ku di pey wê de sazîyeke fînansal a navendekê tuneye û dîsa ji ber ku di bin temînata dewletê de ye ew parayên sanal nikarin wek parayên din bên hesibandin. Ji ber vê yekê di vê heyamê de firotin û kirîna parayên sanal li gor dîn ne caiz e."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir